EZ XWE JI ŞEYTANÊ QEWIRANDÎ DISPÊRIM XWEDÊ
BI NAVÊ XWEDA YÊ DILOVAN Û DILOVÎN
Di hedîsa şerif de ji Hz. Sadiq (selewatên Xwedê li ser wî bin) hatiye neqilkirin ku ev naverok di gelek kitêban de heye û gelek sened jî jê re hene; ku Hz. Îsayê lawê Meryem (silava Xwedê li Pêxemberê me û li ser wî be) bi komek ji sihabîyên xwe re diçûn cihekî û gihîştin bajarekî û dîtin ku ev navçe û ev bajar der û dîwarê wî li pîya ne lê civak û xelqên wî bajêrî, jin û mêr ketine û mirine.
Hê nû jî miribûn lewra hê nebû bûn hestî û xwelî û heşerat neketibûn bedenên wan. Hz. Îsa ji sihabîyên xwe re kerem kir: tê xwuyan evan bi ezabekî mirine ne bi mirinek normal.
Sihabîyan berpêş kirin: çewa? Hz. Îsa kerem kir: heger yeko yeko miribana wê yên zindî yên din defin bikirana. Jiber ku ev hemû ketine kûçe û bazaran û mirine, malum dibe ku tev bihevre mirine. Û ev jî divêt ku bi ezabekî be. Hz. Îsa jiber ku yek ji mûcîzeyên wî jî axeftina digel mirîyan bû, sihabîyên wî jê re berpêş kirin ku ji wan bipirse ka gelo bi çi awayî mirine?
Hz. Îsa jî gazî kir û yekî ji wan bersiv da Hz. Îsa. Hz. Îsa jê pirsî: çi bû ku hûn tev mirin? Got: em bi tendûristî ketin sibehê û em salim bûn û tiştekî me jî tune bû. Lê em ketin şevê ku em tev di Hawîyê de ne. Ezabek hatiye û tev mirine. Gelo ev ezab çi bûye? Gelo bayek bûye an nexweşînek bûye an mîqrobek bûye ku ketiye canê me hemûyan û hemû mirine? Hz. Îsa jê pirsîn: Hawîyê çiye ku hûn tê da ne?
Tabîrek di vê rîwayetê de heye ku di bersivê de got: deryayên ji agir, ne deryayek deryayên ji agir ku di wan deryayan de çîyayên ji agir hene. Gelo derya ligel çîya çi ferqê dike, ev bixwe jî mijarek e ku di cihê xwe de girîng e. Ji hinek rîwayetan tê zanîn ku di Cehennemê de (Xweda me bistirîne) tiştin hene ji agir ku agir cismekî kesîf nîne belkî cismê xefîf e. lê di Cehennemê de (Xweda me bistirîne) agir bixwe cismên kesîf û hişk e. jiber vê yekê jî rîwayet hene dibêjin: zincîrên ji agir ne zincîrên hesinên di agir da. Naxwe, ew agir bixwe bûye cism û geriya ye heyîyek kesîf û bûye zincîr.
جبال من نار
(çîyayên ji agir) jî ji vê rêzê ye. Di rîwayetan de heye ku (Xweda me bistirîne) mar û zîyayên ji agir hene. Yanî ne goşt û post in mîna marên dinyayê. Di Cehennemê de (Xweda me bistirîne)
عقارب كالبغال و حيات كالتلال
(dupişkên mislê hestiran û marên mislê çîyayan) marên wekî çîya hene lewra dema xwe dikin gilok ji zexmîya wan mîna çîya mezin in. Hinek rîwayet dibin ku ewan ji agir in. yanî agir dibe candar wekî mar, dibe cism ku agir cismê xefîf e. belê agir cism e lê cismekî pir xefîf e, agirên dinyayê her wiha ne, lê li axiretê digere hebûnekê kesîf. (Xweda me bistirîne). Ji Hz. Îsa re berpêş kir: Hawîyê deryayên ji agir e ku tê de çîyayên ji agir hene.
Hz. Îsa ji wî kesî re kerem kir: gelo çewa bû hûn bi tendûristî ketin sibehê û şevê hûn ketin agir û ketin zikê Hawîyê? Got: ji du sedeman. Yekem; hubba dinyayê û duyem: taeta taxut. Taxut; mubalexa di tuxyanê de ye.
ان الانسان ليىطغي ان رئ الاستغنی
(bi tehqîq însan dema xwe xweser dibîne bi serxweve diçe) (Xweda me bistirîne). Û taxut bixwe, bitenê hakimê zalim nîne. Ew jî beşek jê ye. Dibe ku jin û mêrek jî bibin taxut di heman mijara jinûmêrî de an mêr bibe taxut an jin bibe taxut di mijara jinûmêrî de. Dibe ku kur û bavek jî bibin taxut çi ev ûçi ew. Çend xinamî dibe ku yekî ji wan bibe taxut li yên din. An mamostek û şagirdek dibe ku yek jiwan bibe taxut ku ev tev qismên taxut in. lewra ayeta şerîfe temaman cemkiriye.
ان الانسان ليىطغي ان رئ الاستغنی
(bi tehqîq însan dema xwe xweser dibîne bi serxweve diçe) (Xweda me bistirîne).
Belê cûrek ji tuxyanê ku munasibê cûrek ji xweserî ya ku tê de heye ku ev bixwe jî dîsa mijarek dirêj e. Hubba dinyayê jî her wiha ye û mertebên wê hene. Carna hubba dinyayê tiştek e ku însan gunehekî dike carna jî hubba dinyayê ew e ku gunehek jê mezintir dike. Carna hubba dinyayê mirov dikişîne bal zordarîyêkê carna jî dikişîne bal zordaîyek mezintir ve. Mezin û piçukî ji zordarîyê re nîne. Belkî mezin û mezintirî heye.
Carna hubba dinyayê mirov dikişîne û mirovekî bitenê dikuje û carna jî dixapîne û diçe teqînekê dike ku komek însanan dikuje ji bo dinyayê. Ji Îsayê lawê meryem re berpêş kir: sebebê ev ezab bi ser me de nazil bû ev herdu tişt bûn. Yek, hezkirina dinyayê û yek jî pêkanîna fermanên taxut. Pirsî: hezkirina we ya dinyayê çewa bû û taeta we ya taxut çi cûr bû? Got: taetz me ya taxut iha bû; çi digot me jî dipejirand. Taxut emr dikir ku ev li yê din zilmê bike, emr dike ku wî hebs bike, emr dike ku li filan skencê bike, emr dike ku filan bikuje, emr dike ku malên filanî dest dêne ser, emr dike ku êrîşî namusa xelqê bike û ew jî van pêktîne.
Rîwayetek heye ku dibêje yek ji berpirsîyarên Benî Umeyê hat cem Îmamê Sadiq, xwest tobe bike. Naveroka rîwayetê ev e ku îmamê Sadiq jê re got: heger hûn nebana û we ji Benî Umeyê re kar nekira Benî Umeyê nukaribûn heqê me xesb bikirana.
Ser encam her kesek berzînê yek zilmekê ye. Benî Umeyê kî ne? çend kes in? hêza wan çiqas e? lê dema ku wî lê guhdarî kir û vî lê guhdarî kir û filan îtaet kir, dibe bizavek zordarîya mezin û êdî zordarîyan dike. Got: taxut çi digot me emel dikir. Hubba dinyayê jî jixwe bi xatirê hubba dinyayê zilmê dikirin, êrîş dikirin û guneh dikirin. Hz. Îsa kerem kir: di navbeyna van hemû kesên hatine kuştin û çûne dojê, çima te bitenê bi min re xeber da û bes? Got: ew tev hevsarên agir di devên wan de hebûn lew nukaribûn bipeyivin.
Yek ji taybetîyên dojê (Xweda me bistirîne) ku Quranê ferman kiriye û di rîwayetan de jî pir hatiye, yek jê ev e ku destur nayê dayin bi wan bo axeftinê an lêborînê bixwazin. Bi sedemê zordarîya di finyayê de kirine. Ev destur, dibe destura tekwînî be dibe ya teşrîî be dibe herdu bin û dibe di yekê de ew be û di yekê de jî ev be. Dema merivek yek hevsarekî ji agir ne yekî di agir de sor bûye, ji agir ku من نار ku di gelek ayetan de hatiye, dema di devê wî de be gelo wê çewa karibe biaxive? Hiş û fêma wî li cih e lê hêza nîne. Hz. Îsa kerem kir: ti çima hevsarkirî nînî, ti bitenê? Got: lewra hemû zordarîya wan pêk dianî min nedikir.
Di hemû tiştan de guhdarê taxut nîn bûm. Hubba dinyayê min nekişandibû ku her hemû heraman bikim û mislê wan nîn bûm û di dereca wan de jî nîn bûm. Hz. Îsa got: belê, lê gelo ezabê te çi ye çewa ye? Yê te hevsarê te tuneye. Di hinek rîwayetan de min berê jî berpêş kir kû gelek rîwayet di mijarê hene, di hinek ji wan de heye ku got: ez bi mumekê ve hatime daliqandin. Û her lehzê ditirsim ku bifilitim bikevim zikê agir. Gelo çewa ye û li kuderê ye?
Di hinek ayetên kerêm de heyeûdi rîwayetan de heye ku carna hinek kes di halekî ji ezabê agir de ne ku hê neketine agir û daliqandine û daliqandin jî cûrên wê hene. Lewra herareta Cehennemê di hinek rîwayetan de hatiye ku pêncsed sal ji dûr ve tê hiskirin. (Xweda me bistirîne) Yanî agirek, carna agirê wî kêm e û heta çend santîman dora wî mirov nukare nêzîkî wî bibe.
Heger agir geştir bû heta çend mêtroyan meriv nukare nêzîkî wî bibe. Ew kûrên agir ku hesen dihelînin, pola dihelînin, 800 derece ne 1000 derece ne, ev, însan heta çend mêtroyan jixwe nikare nêzîkî wî bibe. Rîwayet heye ku Cehennem heta 500 sal herareta wê heye. Heger em vê bi çûna hêştirê jî hesab bikin û rîya dinyayê ya normal jî hesab bikin gelo hêştirek di 500 salan de çiqas rê diçe? Di 500 salan de meriv dikare li dora kûrre ya zemîn biçerxe.
Êdî heger di derya de here an di rêyekê de ji bejayê ve here ew tiştekî din. Ev qas heraret zêde ye. Hinek (Xweda me bistirîne) daliqandine û ev heraret wan dişewitîne lêbelê ev heraret ji Cehennemê kêmtir e ne kêm e yanî. Cehennem bixwe şedîdtir e. Mîna însanekî nêzî agir be û destê wî bi ser agir de be, rast e destê destê wî dişewite lê ne wekî kese destê wî di zikê agir de be.
Got: ez di vî agirî de bi mumekê ve daliqandîme. Ev derheqê wê ummetê de ye derbarê dewrana Hz. Îsa de ye ev rîwayet. Însan heman însan e taxut heman taxut e hubba dinyayê heman hubba dinyayê ye taetê taxut heman taetê taxut e.
em bixwe di zemanê xwe de û her kesekî heye li cihê heye û di şertên ku tê de ye. Bi qederê Xweda bi her kesî fêm û derkkirin daye çi kar dike, şewa tevgerî dike. Taxutekî ku emr û nehî dike gelo çiqas îtaeta wî dike? Hubba dinya ya ku pê re heye, dilê wî pere divê, şehweta cinsî divê çi zanim hubba zihurê ye, hêza xezebê ye ew şehwetên cûrbecûrên ku hene, di van şehwetên xwe de, di van xwestekên şehwetan de di van xwestekên nefsa emmare ya bi neqencîyê de, çiqas ev hubba wî dikşîne ev hubba şehwetên dinya çiqas wî dikişîne bal gunehan ve ev çiqas wî dixe zilmê.
Belê carna hinek guneh di navbeyna mirov û Xwedê de ne ku ev li cem Xwedayê Tebareke we Teala asan e û Xwedayê Mezin û Bilind bi yek tobekê wan mehû dike. Çewa di Qurana kerîm de gelek caran hatiye zikirkirin û di hedîsan de bi tewatir hatiye neqil kirin. Lêbelê carna hubba dinyayê însan dibe bal zilma li kesê din. Zilm jî mertebên wê hene. Carna zilm dike yek însanekî dikuje lê carna jî zilm dike xwe diteqîne û hejmarek însan dikuje. An bombeyekê dixe cihekî ku bi dehan sedan hezaran kesan telef dibin û tên kuştin. Bes her kes li gora xwe çibe ew bixwe taxut be an îtaetkarê taxut be.
Kesek mesela jina wî li anagora xwe taxut e û mêrê wê ji bo dinyayê guh dide wê taxutê di masîyet zilmên wê de an bereks, jin mêrê wê taxut e û ev jin ji ber hubba dinyayê an ji ber hezkirina jê hez dike tiştên ev zilam dibêje welew zilma li dîgeran be jî pêk tîne. Însan îbret digire ji van çîrokan. Însan dema van dibîne û dixwîne çewa ku Qurana erîm jî ferman kiriye, divêt gavekê bifikire ku Xwedê neke ez jî hevşivê van bim an bibim hevşivê van. Hubba dinyayê divêt însan bi guneh ve nekêşe an bi îtaeta taxut ve nekêşe.
Gerek hubba dinyayê însan nexe gune û nexe bin îtaeta taxut. Hêvîdarim ku Xwedayê Tebareke we Teala bi me hemûyan û hemûyên momin û mominatan li kuderê dibin bilav bibin tewfîqa îbret stendina ji çîrokên dîrokê merhemet kerem bike.
و صلي الله علي محمد و اله الطاهرين