AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

7 adar 2016

16:52:00
739482

GOTINÊN PÊŞÎVANÊN EHLÊ SUNNETÊ

Buxarî û Îbnî Esîr rîwayet kirine ku dema serê Hz. Hûseyn (a.s) anîn cem Ubeydullah bîn Ziyad, serê mubarek xiste teştekê û bi şûr an şivekê li ew çav û bêvila nazenîn dixist!!

GOTINÊN PÊŞÎVANÊN EHLÊ SUNNETÊ

Buxarî û Îbnî Esîr rîwayet kirine ku dema serê Hz. Hûseyn (a.s) anîn cem Ubeydullah bîn Ziyad, serê mubarek xiste teştekê û bi şûr an şivekê li ew çav û bêvila nazenîn dixist!! Û digel jî qala qencî û delalîya wî hêjayî dikir!! Wê demê Enes got: Hûseyn (a.s), di nav Ehlê Beytê (a.s) de kesê herî dişibihî Pêxember (s.a.a) bû.

Sehîha Buxarî: 2/188.

Alûsî, mirîyê 1270 yek ji Ulameyê Ehlê Sunnetê dinivîse: Ya xwuya ev e ku Yezîd tobe nekiriye û gumana tobeya wî ji îmananîna wî qelstir e. Îbnî Ziyad û Îbnî Seid peyçûyên wî ne. Heta dema ku çavek jî li ser Îmam Hûseyn (a.s) rondik dipalîne, Xwedê laneta xwe li Yezîd û peyçûyên wî bike.

Ruh-ul Meanî fî Tefsîr-îl Quran-îl Ezîm: 13/228.

Îbnî Ummadê Hembelî, mirîyê sala 1089, ji mezinanên Ehlê Sunnetê dinivîse: Xweda bikuje kesê ku Îmam Hûseyn (a.s) kuşt û malbata Ehlê Beytê (a.s) geran dîl û êsîr û kesê ji vî karî razî be jî her wuha.

Şezart-uz Zeheb: 1/66.

Îbnî Cewzî, ji ulemayên maruf û muteber ên Ehlê Sunnetê dinivîse: bê guman Yezîd ne xelîfe bû lê gel hatin mecbur kirin bo beyetkirina wî! Yezîd, ji tû karê neqenc xwe dûr nekiriye û heger beyeta digel wî sehîh be jî, neqencîyên wusa jê çêbûne ku tev dibin sedema fesx û betalbûna beyetê.  

Teftazanî di kitêba bi nave Şerh-ul Eqaîd dinivîse: rastî û heqîqet ev e ku razîbûna Yezîd bi kuştina Hz. Hûseyn (a.s) û kêfxweşîya wî bi wê nûçeyê û heqaret kirina wî li Ehlê Beyta Pêxember (s.a.a), ji xeberên ku di maneya tewaturê de ne. Herçi tefsîla wan ne mutewatir be jî. Derbarê meqamê Yezîd belkî derbarê îmana Yezîd de ku laneta Xweda li wî û peyçûyên wî be, peymanek di nava me de nîn e.   

Ji Sebtê lawê Cewzî derbarê lanetanîna li Yezîd pirsîyar kirin. Di bersivê de wuha got: Ehmedê Hembel, lanetanîna lê caîz dîtiye. Em jî ji ber cînayet û xîyaneta wî ya ku bi ewladê keça Pêxember (s.a.a) re kir, jê hez nakin û heger kesek bi vî qasî jî razî nebe, em jî dibêjin ku esl lanetanîna li Yezîd e.

Îmamê Şafiî ku di muhebbeta Ehlê Beytê (a.s) de binavûdeng e, derbarê qiyama Kerbelayê de dibêje: Hûseyn (a.s), kuştîyê bê guneh e ku lîbasê wî bi xwîna wî rengîn bû; tişta ecêb û xerîb ji me mirovan ev e ku ji hêlekê ve em ji Alê Pêxember re selewat û silavan dişînin û ji hêlekê ve jî ewladên wî dikujin û li wan tadeyê dikin!  Heger sûcê min hezkirin û dostîya Ehlê Beyta Pêxember (s.a.a) e, nexwe ez qetûqet ji vî sûcî tobe nakim.

Ehlê Beyta Pêxember (s.a.a), di roja mehşerê de şefîên min in û heger ez dijminîya wan bikim birastî ev gunehekî ku nayê efû kirin e. Mihemmedê lawê Evdilehê Hedremî neqil dike ku me digel Romê cengê dikir, peyre em ketin dêrekê ji dêrên wan. Di wê dêrê de kevirek hebû ku li ser wî kevirî wuha hatibû nivîsandin: Gelo ummeta ku Hûseyn (a.s) dikujin, di roja qiyametê de hêvîdarê şefaeta kale wî ne?! Me derbarê vî kevîrî de lêkolîn kir. Gotin ku ev kevirekî wusa ye ku sêsed sal berîya pêxemberîya Resulê Xweda (s.a.a) li Beyt-ul Meqdîsê hatiye peydekirin.

El-Mucemu-ul Kebîr-ît Teberanî: 3/124. Et-Tebsîretu Îbnî Cewzî: 2/17.  

Rîwayeta Enes ya derbarê kesekî ku çal dikola û piştre tê de lewhekî ji zêr peyde kir ku tê de wuha nivîsîbû: Gelo ummeta ku Hûseyn (a.s) dikuje, di roja qiyametê de hêvîdarê şefaeta kale wî ne?! Vî lewheyî birin hizura Resulê Xwedê (s.a.a). Hz. Pêxember (s.a.a) lewhe xwend û girîya. Piştre kerem kir: her kesê ku tadeyê bide min û malbata min, ew nakeve ber şefaeta min.

Tenzîh-uş Şerîetî Elî bîn Muhammed bîn Elî bîn Îraq-îl Kenanî: 1/409.

Xelefê lawê Xelîfê ji bavê xwe neqil dike ku gotiye: dema ku Îmam Hûseyn (a.s) hate şehît kirin, esman ewqas tarî bû ku di nava nîvê nîvroyê de stêrkên esman derketin. Wusa ku stêrka Cêvî di wextê esir de hate dîtin û axa sor ji esman barîya.

Tehzîb-ut Tehzîb Îbnî Hecer: 2/305 û Tarîxa Bajarê Dimeşqê Îbnî Esalîr: 14/226.

Dergevanê Ubeydullahê lawê Ziyad dibêje: dema serê mubarekê Îmam Hûseyn (a.s)  anîn danîn pêşîya Îbnî Ziyad, min dît ku ji dîwarên Dar-ul Îmarê (kaxa dewletê) xwîn diherikî.   

Tarîxa Bajarê Dimeşqê Îbnî Esalîr: 14/229.

Ebubekrê Beyheqî rîwayet kiriye ku Welîdê lawê Evdilmelik ji Zehrî pirsî: kevirên Beyt-ul Meqdisê roja ku Hûseynê lawê Elî (a.s) hate kuştin, ketin çi rewşê? Zehrî got: ji min re xeber anîn ku di roja şehadeta Hûseynê lawê Elî (a.s) de her kevirê ku ji axê hiltanîn, dibinê wî de xwîna teze didîtin. 

Tehzîb-ut Tehzîb Îbnî Hecer: 2/305 û Tarîxa Bajarê Dimeşqê Îbnî Esalîr: 14/229.

Evdilmelîk kesekî re şihand cem Ras Calut da ku jê bipirse gelo nîşaneyek ji kuştina Hûseyn (a.s), di alemê de hate dîtin yan na. wî di bersivê de got: tû kevirek ji erdê nehate rakirin ku dibinê wî de xwînek teze nêdîtin.

Tarîx-ul Îslam ez-Zehebî: 5/16. Tarîxa Bajarê Dimeşqê Îbnî Esalîr: 14/229.