AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

7 adar 2016

17:12:01
739490

Çil Hedîs ji Masumîn (a.s) Derbarê Îmam Huseyîn (a.s)

Îmam Huseyn (a.s Çira Hîdayetê û Keştîya Rizgarîyê

Çil Hedîs ji Masumîn (a.s) Derbarê Îmam Huseyîn (a.s)

1. Îmam Huseyn (a.s Çira Hîdayetê û Keştîya Rizgarîyê

قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): إِنّ الحُسَیْنَ بْنَ عَلِىّ فِى السّمَاءِ اَكْبَرُ مِنْهُ فِى الاَرْضِ، فَإِنّهُ لَمَكْتُوبٌ عَنْ یَمِینِ عَرْشِ اللّهِ: مِصْبَاحُ هُدًى وَ سَفِینَةُ نَجَاةٍ.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: bîrastî meqamê Huseynê lawê Elî yê li esman, ji meqamê wî yê li erdê mezintir e. Him bê guman li hêla rast ya erşê Xwedê wuha hatiye nivîsandin: Huseyn, çiraya hîdayet û keştîya rizgarîyê ye.

Bîhar-ul Enwar, C. 36. R. 205. H. 8.

2.  Şehadeta Huseyn (a.s) û Dilşewitîna Mominan

قَالَ رَسُولُ اللّهِ(ص): إِنّ لِقَتْلِ الْحُسَیْنِ حَرَارَةً فِى قُلُوبِ الْمُؤْمِنِینَ لا تَبْرَدُ اَبَداً.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: bîrastî ji sedem şehadeta Huseyn, heraret û germîyek wereng di dilê mominan û bawermendan de heye ku qet û qet sar nabe.

Mustedrek-ul Wesaîl, C. 10. R. 318. H. 12084.

3.  Pêxember (s.a.a) û Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ رَسُولُ اللهِ(ص): حُسَیْنٌ مِنّى وَ اَنَا مِنْ حُسَینٍ، اَحَبّ اللّهُ مَنْ اَحَبّ حُسَیْناً.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: Huseyn ji min e û ez jî ji Huseyn im. Her kesê ku ji Huseyn hez bike, Xweda jî jê hez dike.

Bîhar-ul Enwar, C. 43. R. 261. H. 1.

4. Hezkirîtirînê Ehlê Beytê (a.s) li cem Pêxember (s.a.a)

قَالَ رَسُولُ اللّهِ(ص): اَحَبُّ اَهْلِ بَیْتِى إِلَىّ الْحَسَنُ وَ الْحُسَینُ.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: ji Ehlê Beyta min kesên herî li ber dilê min şîrîn e Hesen û Huseyn in.

Heyat-ul Îmam-îl Huseyn, C.1. R. 91. H. 10.  

5.  Çavê bi Ken di Roja Qiyametê de

قَالَ رَسولُ اللّهِ(ص): یَا فَاطِمَةُ! كُلُّ عَیْنٍ بَاكِیَةٌ یَوْمَ الْقِیَامَةِ إِلا عَیْنٌ بَكَتْ عَلَى مُصَابِ الْحُسَیْنِ فَإِنّهَا ضَاحِكَةٌ مُسْتَبْشِرَةٌ بِنَعِیمِ الْجَنّةِ.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: Ey Fatîme! Di roja qiyametê de hemî çavan girîyok in. Ji bilî çavê ku ji ber bela û musîbeta Huseyn rondik palandibe, birastî ew bi ken e û bi nîmetên firdewsê şad û şahî ye.

 Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 293. H. 38. 

6.  Heyfhilînê ji Qatilê Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ رَسُولُ اللّهِ(ص): إِنّ مُوسَى بْنَ عِمْرَانَ سَاَلَ رَبّهُ عَزّوَجَلّ فَقَالَ: یَارَبّ! إِنّ اَخِى هَارُونَ مَاتَ، فَاغْفِرْ لَهُ. فَاَوْحَى اللّهُ عَزّوَجَلّ إِلَیْهِ: یَا مُوسَى! لَوْ سَاَلْتَنِى فِى الاَوّلِینَ وَ الاخِرِینَ لاَجَبْتُكَ مَا خَلا قَاتِلَ الْحُسَیْنِ بْنِ عَلِىّ فَإِنّى اَنْتَقِمُ لَهُ مِنْ قَاتِلِهِ.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: Hz. Musa (a.s) ji Xweda wuha daxwaz kir: Xwedêyo! Birayê min Harun çû rehmetê, ti wî bixefirînî. Xweda ferman kir: ey Musa! Heger ti ji bo mirovên ewil û axir xefirandinê daxwaz bikî ez ê daxwaza te bipejirênim. Lê belê qatilê Huseynê lawê Elî ne tê da. Lewra ez ê bi xwe ji qatilê wî heyfê hilênim.

Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 300. H. 4. 

7.  Qatilê Huseyn (a.s), Neqenctirîn Ferdê Ummetê

قَالَ رَسُولُ اللّهِ(ص): یَقْتُلُ الْحُسَیْنَ شَرّ الاُمّةِ وَ یَتَبَرّاُ مِنْ وُلْدِهِ مَنْ یَكْفُرُ بِى.

Resulê Xweda (s.a.a.) kerem kir: wê neqenctirînê vê ummetê Huseyn bigihînin şehadetê û bikujin û kesê ku min înkar dikin wê xwe ji ewladên wî bêrî û dûr bikin.  Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 300. H. 5. 

8.  Kesên Ewil Diçin Cennetê

قَالَ عَلِىّ(ع): اَخْبَرَنِى رَسُولُ اللّهِ(ص) اَنّ اَوّلَ مَنْ یَدْخُلُ الْجَنّةَ اَنَا وَ فَاطِمَةُ وَ الْحَسَنُ وَ الْحُسَیْنُ، قُلْتُ: یَا رَسُولَ اللهِ فَمُحِبّونَا؟ قَالَ: مِنْ وَرَائِكُمْ.

Elî (a.s) got ku Resulê Xweda (s.a.a.) ji min re kerem kir ku ez, Fatîme, Hesen û Huseyn kesên ewil in ku diçin cennetê. Min got: hezkirîyên me çawa? Kerem kir: wê ew piştî we herin cennetê.

Bîhar-ul Enwar, C. 65. R. 127. H. 56. 

9.  Aşura Rojek bê Mînak

قَالَ الْحَسَنُ بْنُ عَلِىّ(ع): لا یَوْمَ كَیَوْمِكَ یَا اَبَاعَبْدِاللّهِ.

Îmam Hesenê Muçteba (a.s) got: ey Eba Ebdîllah! Tû roj ne wekî roja te ne.

El-Lahuf, R. 25.

10.  Bihaya Girîyê li Ser Huseyn (a.s)

قَالَ السّجّادُ(ع): اَیّمَا مُؤْمِنٍ دَمَعَتْ عَیْنَاهُ لِقَتْلِ الْحُسَیْنِ بْنِ عَلِىّ دَمْعَةً حَتّى تَسِیلُ عَلَى خَدّهِ بَوّاَهُ اللّهُ فِى الْجَنّةِ غُرَفاً یَسْكُنُهَا اَحْقَاباً.

Îmam Seccad (a.s) got: her mominê ku çavê wî ji bona Huseynê lawê Elî rondikan birêje, heta ku hêstir ji çavan bipalîne wê Xweda wî di qesrên bihuştê de her û her û daîmî bigerîne.

Kamil-uz Zîyarat, R. 106. H. 1

11.  Huseyn (a.s) û Îştîyaqa wî ya bi Lîqaullah

قَالَ الْبَاقِرُ(ع): لَمّا نَزَلَ النّصْرُ عَلَى الْحُسَیْنِ بْنِ عَلِىّ حَتّى كَانَ بَیْنَ السّمَاءِ وَ الاَرْضِ ثُمّ خُیّرَ النّصْرُ اَوْ لِقَاءُ اللّهِ، فَاخْتَارَ لِقَاءَ اللّهِ.

Îmam Baqir (a.s) got: dema alîkarî Xweda ya di navbeyna erd û esman de ji Huseynê lawê Elî re hêlabû û hat û Îmam di nava alîkarî û lîqaullah da hat muxeyyer kirin, ewî lîqaullah neqand.

El-Kafî, C. 1. R. 465. H. 7

12.  Girîyê Mexluqatan li Ser Huseyn (a.s)

قَالَ الْبَاقِرُ(ع): بَكَتِ الاِنْسُ وَ الْجِنُّ وَ الطّیْرُ وَ الْوَحْشُ عَلَى الْحُسَیْنِ بْنِ عَلِىّ حَتى ذَرَفَتْ دُمُوعُهَا.

Îmam Baqir (a.s) got: însan û cin û balende û dirinde di şîna Hz. Huseynê lawê Elî de girîyane hetta ku hêstirên wan carî bûne.

Kamil-uz Zîyarat, R. 82. H. 1. 13. 

Fezîleta Zîyaret Kirina Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الْبَاقِرُ(ع): لَوْ یَعْلَمُ النّاسُ مَا فِى زِیَارَةِ قَبْرِ الْحُسَیْنِ مِنَ الْفَضْلِ لَمَاتُوا شَوْقاً.

Îmam Baqir (a.s) got: heger mirovan bizanebûya ku di çûna zîyareta tirba Huseyn de çiqas xêr heye, wê ji kelecana çûna zîyaretê bimrana.

Kamil-uz Zîyarat, R. 154. H. 3.

14.  Bihaya Şehadeta Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الْبَاقِرُ وَ الصّادِقُ(ع): إِنّ اللّهَ تَعَالَى عَوّضَ الْحُسَیْنَ مِنْ قَتْلِهِ اَنْ جَعَلَ الاِمَامَةَ فِى ذُرّیّتِهِ وَ الشّفَاءَ فِى تُرْبَتِهِ وَ إِجَابَةَ الدّعَاءِ عِنْدَ قَبْرِهِ.

Îmam Baqir û Sadiq (a.s) gotin: birastî Xweda bi şehadeta Huseyn, îmametê xiste nifşa wî û şîfayê xiste xwelîya wî û qebulîya duayan danî ber qevîya merqeda wî.

Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 221. H. 1

15.  Zîyareta Serokê Xortên Cennetê

قَالَ الصّادِقُ (ع): زُورُوا قَبْرَ الْحُسَیْنِ وَ لا تَجْفُوهُ فَإِنّهُ سَیّدُ شَبَابِ اَهْلِ الْجَنّةِ مِنَ الْخَلْقِ وَ سَیّدُ شَبَابِ الشّهَدَاءِ.

Îmam Sadiq (a.s) got: merqeda Huseyn zîyaret bikin û wî hêjayî nedin cefayê. Birastî Huseyn, serwerê xortê cennetê û serwerê şehîdên xort e.

Bîhar-ul Enwar, C. 98. R. 1. H. 2

16.  Zîyareta Îmam Huseyn (a.s) Karê Herî Qenc

سُئِلَ الصّادِقُ(ع) عَنْ زِیَارَةِ قَبْرِ الْحُسَیْنِ(ع)، فقَالَ: إِنّهُ اَفْضَلُ مَا یَكُونُ مِنَ الاَعْمَالِ.

Derbarê zîyaret kirina merqeda Îmam Huseyîn (a.s) de ji Îmam Sadiq (a.s) pirsîyar hate kirin ewî kerem kir: emelê herî qenc, zîyaret kirina merqeda Huseyn e.

Bîhar-ul Enwar, C. 98. R. 49. H. 1

17.  Îstîxfara Hz. Zehra (s.a) ji bo Zîyaretvanên Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ فَاطِمَةَ بِنْتَ مُحَمّدٍ تَحْضُرُ زُوّارَ قَبْرِ ابْنِهَا الْحُسَیْنِ فَتَسْتَغْفِرُ لَهُمْ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: birastî Fatîme ya keça Pêxember, bi zîyaretvanên merqeda kurê xwe Huseyn re înayetê dike û ji bona wan daxwaza xefirandinê dike. 

Bîhar-ul Enwar, C. 98. R. 55. H. 14

18.  Nebaşîya Terka Zîyaret Kirina Îmam Huseyn (a.s)

سُئِلَ الصّادِقُ(ع) عَمَّنْ تَرَكَ زِیَارَةَ الْحُسَیْنِ وَ هُوَ یَقْدِرُ عَلَى ذَلِكَ، قَالَ: إِنّهُ عَقّ رَسُولَ اللّهِ وَ عَقّنَا وَ اسْتَخَفّ بِاَمْرٍ هُوَ لَهُ.

Ji Îmam Sadiq (a.s) derbareyê kesekî de ku dikare here zîyareta Îmam Huseyn lê belê naçe wî zîyaret nake de pirsîyar hate kirin ewî jî kerem kir: birastî wî kesî fermana Resulê Xweda û me Ehlê Beytê neanîye cî û emrekî ku dikaribû pêk bîne biçuk dîtîye.

Et-Tehzîb, C. 6. R. 38. H. 96.

19.  Dirêjîya Temenê Zîyaretvanê Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ اَیّامَ زَائِرِى الْحُسَیْنِ بْنِ عَلِىّ لا تُعَدّ مِنْ آجَالِهِمْ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: birastî rojên ku zîyaretvan di zîyaretîya Huseyn de derbanz dikin ji temenê wan nayê hesab kirin.

Et-Tehzîb,C. 6. R. 36. H. 9.

20.  Xêra Zîyaret Kirina Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ اَتَى الْحُسَیْنَ عَارِفاً بِحَقّهِ كَتَبَهُ اللّهُ عَزّوَجَلّ فِى اَعْلَى عِلّیّینَ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: kesê heqqê Huseyn nas bike û here zîyaretîya wî, wê Xweda navê wî di nexta Illîyînê de binivîse.

Men La Yehduruhu-l Faqîhu, C. 2. R. 342. H. 16.

21.  Zîyareta Îmam Huseyn (a.s) û Xefirandina Gunehan

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ اَتَى قَبْرَ اَبِى‏عَبْدِاللّهِ عَارِفاً بِحَقّهِ غَفَرَ اللّهُ لَهُ مَا تَقَدّمَ مِنْ ذَنْبِهِ وَ مَا تَاَخّرَ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: her kesê ku here zîyareta merqeda Huseyn û heqqê wî qenc bizanibe, wê Xweda gunehên wî yên paşeroj û pêşerojê bixefirîne.

Firuu-l Kafî, C. 4. R. 582. H. 10.

22. Xêra Şehîdan ji Zîyaretvanê Îmam Huseyn (a.s) re

سُئِلَ الصّادِقُ(ع) مَا لِمَنْ زَارَ الْحُسَیْنَ فِى كُلّ شَهْرٍ مِنْ ثَوَابٍ؟ قَالَ: لَهُ مِنَ الثّوابِ، ثَوَابُ مِائَةِ اَلْفِ شَهِیدٍ مِثْلُ شُهَدَاءِ بَدْرٍ.

Ji Îmam Sadiq (a.s) derbareyê xêra kesê ku her meh diçe zîyaretîya Îmam Huseyn de pirs kirin. Ewî jî kerem kir: xêra wî wekî xêra sed hezar şehîdên ji şuhedayên Bedrê ye.

  Et-Tehzîb, C. 6. R. 43. H. 123.

23. Şeva Aşurayê li Kêleka Merqeda Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ بَاتَ عِنْدَ قَبْرِ الْحُسَیْنِ لَیْلَةَ عَاشُورَا لَقِىَ اللّهَ یَوْمَ الْقِیَامَةِ مُلَطّخاً بِدَمِهِ كَانّمَا قُتِلَ مَعَهُ فِى عَرْصَةِ كَرْبَلا.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: kesê ku şeva Aşurayê li kêleka merqeda Huseyn bimîne û lê sibeh bibe, her wekî wan kesê di meydana Kerbelayê de û di tenişta Huseyn de şehîd bûbin wê roja qiyametê tevlî xwîna xwe were hizura Xwedê.

Bîhar-ul Enwar, C. 95. R. 340. H. 2.

24.  Zîyaret Kirina Qebra Îmam Huseyn (a.s) di Roja Ewila Meha Recebê de

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ زَارَ قَبْرَ الْحُسَیْنِ اَوّلَ یَوْمٍ مِنْ رَجَبٍ غَفَرَ اللّهُ لَهُ الْبَتّةَ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: her kesê ku di roja ewila meha Recebê de merqeda Huseyn zîyaret bike, bê şek wê Xweda gunehên wî efu bike.

Et-Tehzîb, C. 6. R. 40. H. 107.

25.  Zîyareta Qebra Îmam Huseyn (a.s) di Nîvê Meha Şabanê de

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): إِذَا كَانَ النّصْفُ مِنْ شَعْبَانَ نَادَى مُنَادٍ مِنَ الاُفُقِ الاَعْلَى: یَا زَائِرِى قَبْرِ الْحُسَیْنِ! ارْجِعُوا مَغْفُوراً لَكُمْ ثَوَابُكُمْ عَلَى رَبّكُمْ وَ مُحَمّدٍ نَبِیّكُمْ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: dema nîvê meha Şabanê tê, gazîvanek ji bilindîya asmîn dike gazî: ey zîyaretvanên merqeda Huseyn! Vegerin ku hûn hatine xefirandin û wê xêra we li cem Xweda û Pêxemberê wî be.  

Men La Yehduruhu-l Faqîhu, C. 2. R. 342. H. 20.

26.  Zîyareta Qebra Îmam Huseyn (a.s) di Roja Erefê de

قَالَ الصّادِقُ(ع): یَاحَنّانُ! إِذَا كَانَ یَوْمُ عَرَفَةَ اطّلَعَ اللّهُ عَزّوَجَلّ عَلَى زُوّارِ الْحُسَیْنِ فَقَالَ لَهُمْ: اسْتَاْنِفُوا فَقَدْ غُفِرَ لَكُمْ

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: ya Hennan! Dema roja Erefê tê, Xweda li zîyaretvanên Huseyn dimeyzêne û ji wan re dibêje: ji nû ve jiyana xwe dest pê bikin. Lewra hûn hatin xefirandin.

Et- Tehzîb, C. 6. R. 42. H. 117.

27.  Aşura, Roja Musîbeta Herî mezin

قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ یَوْمَ قَتْلِ الْحُسَیْنِ اَعْظَمُ مُصِیبَةً مِنْ جَمِیعِ سَائِرِ الاَیّامِ

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: roja şehadeta Îmam Huseyn, roja herî bi jan e.

Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 269. H. 1.

28.  Girî li Ser Ehlê Beytê (a.s) û Xefirandina Gunehan

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ ذَكَرَنَا اَوْ ذُكِرْنَا عِنْدَهُ فَخَرَجَ مِنْ عَیْنِهِ دَمْعٌ مِثْلُ جَنَاحِ بَعُوضَةٍ غَفَرَ اللّهُ لَهُ ذُنُوبَهُ وَ لَوْ كَانَتْ مِثْلُ زَبَدِ الْبَحْرِ.

Hz. Sadiq (a.s) kerem kir: her kesê ku me bîne bîra xwe yan em li cem wî werin bîranîn û ji çavên wî bi qasê perê mêşê rondik bibare, welew gunehên wî bi qasî kefa deryayê bin jî wê Xwedê wan efu bike.

Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 278. H. 3.

29.  Girîyê Esman li Ser Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): یَا زُرَارَةُ! إِنّ السّمَاءَ بَكَتْ عَلَى الْحُسَیْنِ اَرْبَعِینَ صَبَاحاً باِلدّمِ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: ey zîyaretvan! Esman di şîna Huseyn de çil rojan hêstirên xwînîn paland.

Kamîl-uz Zîyarat, R. 83. H. 6. 

30.  Xwendina Helbestan Derbarê Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): مَنْ اَنْشَدَ فِى الْحُسَیْنِ شِعْراً فَبَكَى وَ اَبْكَى وَاحِداً كُتِبَتْ لَهُمَا الْجَنّةُ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: her kesê ku derbarê Huseyn de helbestekê bixwîne û ew bibe sedemê girîyê wî û kesên din, ji bo herduyan jî cennet wacîb dibe.

Kamîl-uz Zîyarat, R. 112. H. 1. 

31.  Kêfxweşîya Zîyaretvanê Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ الْحُسَیْنَ قُتِلَ مَكْرُوباً وَ حَقِیقٌ عَلَى اللّهِ اَنْ لا یَاْتیهِ مَكْرُوبٌ إِلا رَدّهُ اللّهُ مَسْرُوراً.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: birastî Huseyn mehzun hate kuştin. Nexwe her mehzunê ku Huseyn zîyaret bike, kêfxweş berdagerandina wî bi Xweda dikeve.

Bîhar-ul Enwar, C. 98. R. 45. H. 3.

32.  Av û Axa Mubarek

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ اَرْضَ كَرْبَلاءَ وَ مَاءَ الْفُرَاتِ أَوّلُ اَرْضٍ وَ اَوّلُ مَاءٍ قَدّسَ اللّهَ تَبَارَكَ وَ تَعَالَى، فَبَارَكَ اللّهُ عَلَیْهِمَا.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: birastî deşta Kerbela û ava çemê Feratê, av û axa ewil bûn ku Xwedayê tebareke û teala teqdîs û pîroz kirin û Xweda jî wan mubarek gerand.

Kamîl-uz Zîyarat, R. 284. H. 14. 

33.  Kerbela, Parîyek ji Cennetê

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): مَوْضِعُ قَبْرِ الْحُسَیْنِ تُرْعَةٌ مِنْ تُرَعِ الْجَنّةِ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: cîyê merqeda Huseyn parîyek ji cennetê ye.

Men La Yehduruhu-l Faqîhu, C. 2. R. 341. H. 8.

34.  Kerbela, Herema Ewle ya Xwedê

قَالَ الصّادِقُ(ع): إِنّ اللّهَ اتّخَذَ كَرْبَلا حَرَماً آمِناً مُبَارَكاً قَبْلَ اَنْ یَتّخِذَ مَكّةَ حَرَماً.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: Xweda berîya ku Mekkê bike herem, Kerbelayê kire herema ewle û bi bereket.

Bîhar-ul Enwar, C. 98. R. 110. H. 18.

35.  Axa Dermanker

‏ قَالَ الصّادِقُ(ع): فِى طِینِ قَبْرِ الْحُسَیْنِ الشّفاءُ مِنْ كُل دَاءٍ وَ هُوَ الدّوَاءُ الاَكْبَرُ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: dermanê her derdî di xwelîya merqeda Huseyn de heye û ew dermanê herî mezin e.

Kamîl-uz Zîyarat, R. 289. H. 4. 36.  Sijda li Ser Axa Merqeda Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): السّجُودُ عَلَى تُرْبَةِ الْحُسَیْنِ یَخْرُقُ الْحُجُبَ السّبْعَ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: sijdeya li ser xwelîya Huseyn, heft perdeyên ku di navbeyna Xweda û însan de hene radike.

Bîhar-ul Enwar, C. 82. R. 153. H. 14.

37.  Cutina bi Zarokê Nûza Axa Merqeda Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الصّادِقُ(ع): حَنّـكُوا اَوْلادَكُمْ بِتُرْبَةِ الْحُسَیْنِ فَإِنّهَا اَمَانٌ.

Îmam Sadiq (a.s) kerem kir: bi zarokên xwe yên nûza axa merqeda Huseyn bidin cutin. Lewra ew dibe wesîla ewlehîyê.

Et-Tehzîb, C. 6. R. 60. H. 143.

38.  Ewlehîya ji Feqîrîyê bi Zîyaret Kirina Merqeda Îmam Huseyn (a.s)

قَالَ الْكَاظِمُ(ع): مَنْ اَتَى قَبْرَ الْحُسَیْنِ فِى السّنَةِ ثَلاثَ مَرّاتٍ، اَمِنَ مِنَ الْفَقْرِ.

Îmam Kazim (a.s) kerem kir: her kesê ku di salekê de sê caran here zîyaretîya merqeda Huseyn, wê ji feqîrî û tengdestîyê bikeve ewlehîyê.

Et-Tehzîb, C. 6. R. 40. H. 106.

39.  Zîyareta Îmam Huseyn (a.s) û Zîyareta Xweda

قَالَ الرّضَـــا(ع): مَنْ زَارَ قَبْرَ اَبِى‏عَبْدِاللّهِ بِشَطّ الْفُرَاتِ كَمَنْ زَارَ اللّهَ فَوْقَ عَرْشِهِ.

Îmam Riza (a.s) kerem kir: her kesê ku merqeda Huseyn ya li tenişta şetê Feratê zîyaret bike mîna wî kesî ye ku Xweda li erşê wî zîyaret kiribe.

Et-Tehzîb, C. 6. R. 38. H. 90.

40.  Çavên Birîndar û Rondikên Rewan

قَالَ الرّضَـــا(ع): إنَّ يَومَ الحُسَينِ أقرَحَ جُفُونَنا و أسبَلَ دُمُوعَنا و أذَلَّ عَزيزَنا

Îmam Riza (a.s) kerem kir: roja şehadeta Huseyn, çavên me birîndar kir û rondikên me barand û ezîzên me sitûxwar kir.

Emalî ya Seduq, R. 190.

41.  Girîyê li Ser Huseyn (a.s) û Xefirandina Gunehan

‏ قَالَ الرّضَا(ع): فَعَلَى مِثْلِ الْحُسَیْنِ فَلْیَبْكِ الْبَاكُونَ، فَإِنّ الْبُكَاءَ عَلَیْهِ یَحُطّ الذّنُوبَ الْعِظَامَ.

Îmam Riza (a.s) kerem kir: li ser kesekî mîna Huseyn divê were girîn. Lewra girîyê li ser wî dibe wesîla xefirandina gunehên mezin.

Bîhar-ul Enwar, C. 44. R. 383. H. 17.