AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
şemî

26 adar 2016

14:44:35
743302

Seydayê Tîrêj li Hesekê hat bi bîranîn

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê – Şaxê Hesekê, helbestvanê kurd Seydayê Tîrêj di 14’emîn salvegera mirina wî de bi bîr anîn.

Seydayê Tîrêj li Hesekê hat bi bîranîn



Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê – Şaxê Hesekê, helbestvanê kurd Seydayê Tîrêj di 14’emîn salvegera mirina wî de bi bîr anîn.

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê – Şaxê Hesekê li bajarê Hesekê bi amadebûna gelek helbestvan û nivîskarên kurd, bi boneya salvegera 14’emîn a mirina helbestvanê kurd, Seydayê Tîrjê, merasîma bîranênê organîze kir. Merasîm li Hola Erdulehlam a li nêzî navenda agirkujiyê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Yekîtiya Rewşenbîran Mihemed Îsmayîl axivî. Îsmayîl di axaftina xwe de, behsa kurtejiyana Seydayê Tîrêj û xebata wî kir.

Piştre li ser navê Yekîtiya nivîskaran a Azad, Hevserokê Yekîtiyê Ebdilselam Ehmed axivî û got: “Seydayê Tîrêj dikribû ku bi pirtûkên xwe û dîwana xwe, gelê kurd bike yek. Her wiha karibû ku bi helbestên xwe dengê gelê kurd bigihîne, tevahiya cîhanê.”

Di merasîmê de her wiha kurê Seydayê Tîrêj Ceml Tîrêj jî axivî û got ku bîranîna Seyêdayê Tîrêj dê her dem di dilê hemû kurdan de be.

Ji aliyekî din ve, helbestvan û nivîskarê kurd Salihê Heydo jî axivî û got ku Seydayî Tîrêj li tevahiya cîhanê dihat naskirin û got ku ew mamosteyê wî bû.

Piştî axaftinan hin helbest hatin xwendin û diyarî giyanê helbestvanê Seydayê Tîrêj hat kirin. Paşê jî hunermend Behaa Şêxo hin stranên wî gotin.

Di dawiya merasîman de derbarê jiyana Seydayê Tîrêj de sînevizyonek hat pêşandan.