Bi kincik û bermayiyan dest bi çêkirina pitik û bûkan kir.
Niha Türkiye bajarê wî batman di gelek fûaran de bi wan tê nasandin.
Süleyman Güneş bi kincik, laçik û bermayiyan dest bi çêkirina pitik û bûkan kir. Û niha bû wek markayeke bajêrê xwe. Güneş pitikên bi cil û bergên herêmî çêdike. Niha hema hema di hemû fuaran de Batman bi van bûk û pitikan tê nasandin.
Figûrên bi cil û bergên herêmî…
Û sembolên folklora kurdan…
Ev pitikên ku çanda kurdan temsîl dikin, li Mala Çand û Hunerê ya Batmanê tên çêkirin.
Suleyman Guneş nêzî 19 sal berê ji xwe re potik, laçik û bermayiyan daye hev û ji wan ji xwe re pitikên wiha çêkirine.
Gûneş hêdî hêdî figûrên cur bi cur çêkirine û hatiye heta vê rojê.
Niha ev pitik ewqas navdar bûne ku di gelek fûaran de Batman bi van pitikan tên nasandin.