Şanoya “Derwêşê Ebdî” hate pêşkêşkirin.
QAMIŞLO – 2.Festîvala Şanoya Kurdî di roja xwe ya 6’emîn de bi şanoya “Derwêşê Ebdî” ku ji aliyê koma Xanî ve hate pêşkêşkirin, dewam kir.
Di roja 6’emîn a Festîvala Şanoya Kurdî ku li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo tê lidarxistin de koma Xanî ya Navenda Çand û Hunera Dêrikê şanoya bi navê “Derwêşê Ebdî” pêşkêş kir. Bi sedan kes li şanoyê temaşe kirin.
Şanoya “Derwêşê Ebdî”li ser adetên kevin ên malbat û eşîran, her wiha hezkirina di navbera keça axê û korê cotkarekî rêz dike. Di serpêkhateyê de destnîşan dike ku kurê cotkar ji bo keça axê fedekariyê dike û di dawiyê de serdikeve û xayîn têk diçin.
Di dawiya şanoyê de Komîteya Çavdêriya Festîvalê rola her lîstikvanî û naveroka şanoyê nirxandin.
Îro jî Festîval di roja xwe ya 7’an de didome. Di seat 14.00’an û 18.00’an dê 2 şanoyên din bên pêşkêşkirin.
source : ABNA
şemî
2 avrêl 2016
14:21:29
744649
QAMIŞLO – 2.Festîvala Şanoya Kurdî di roja xwe ya 6’emîn de bi şanoya “Derwêşê Ebdî” ku ji aliyê koma Xanî ve hate pêşkêşkirin, dewam kir.