AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
şemî

9 avrêl 2016

10:14:54
746123

El Cizîrî el Kurdî bi îcadên xwe tê bibîranîn.

Îcadên El Cizîrî dê di mûzexaneya bi navê wî de werin pêşandan.

Li Stenbolê ji bo amadekirina mûzexaneya berhemên dahêner El Cizîrî xebatek mezin tê meşandin. Heman berhemên ku ji nû ve tên çêkirin dê piştî nîşandana li mûzexaneyan, herî dawî dê di mûzexaneya bi navê wî de werin pêşandan

Dahênerê Kurd Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî bi îcadên xwe yên beriya 1200 salî tê bibîranîn.

Dahêner û endezyar El-Cizîrî bi teknolojiyên xwe yên sîbernetîk û robotîk îro ji bo zanyar û dahêneran dibe rêberek.

Li Stenbolê bi boneya nasîna fikr û ramanên wî û pêşandana berhemên wî dê mûzexaneyek were vekirin. Lê berhemên dahênerê kurd bi heman plansazî û bingehî ji nû ve ji aliyê hosteyan ve tên çêkirin.

Piştî çêkirina berheman dê îcadên wî li mûzexaneyên cur bi cur yên welêt werin pêşandan. Herî dawî jî îcadên wî dê li mûzexaneya bi ser navê wî werin bicihkirin.

Endezyarê makîneyan Durmuş Çalişkan jî pêşengê çêkirina berhemên wî ye û diyar dike ku heman tiştên ku niha çê dike yek bi yek li gor proje û plana El-Cizîrî tên çêkirin.

Ji bo mûzexaneyê her kes karekî dike, lawê Durmuş Çalişkan, kordînatirê projeyê Mehmet Ali Çalişkan jî hemû amûrên ku di pirtûkan de dicivîne û planeneke çêkirinê, radestî xêzkêş Kanber Yilmaz dike.

El- Cizîrî di sala 1153’yan de li taxa tora Cizîra Botanê hatiye dinyayê û di qada zanista sîbernetîkê de wek hosteyê herî mezin tê pejirandin.

Ev hosteyê ku wek bavê sîbernetîkê tê qebûlkirin di heman demê de hosteyê fizîk, robot û matrîksê ye jî. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di sala 1233’yan de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da.