AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
yekşem

10 avrêl 2016

12:17:16
746336

Telkeriya Zîvîn a Li Mardinê.

Bûyerên li herêmê bandoreke neyînî li dan û standinê dikin.

Li bajarê qedîm Mêrdînê digel gelek karên destkarî û huneriyê, ji zû ve karê telkarîyê jî tê kirin. Ev telkariya zîvîn ji aliyê gelê herêmê û tûrîstan ve jî eleqeyeke mezin dibîne. Lê di van demên dawî de wekî gelek karan, bûyerên li herêmê tesîreke neyînî li vî karî jî kiriye.

Bazin, guhar, gustîlk û gerdenî…

Li bajarê qedîm û kevanre Mêrdînê zîv di nav destên hostayan de dikeve van şiklên bêhempa.

Ev karê ku jê re telkarî tê gotin him li Tirkiyeyê him jî li Derveyê welêt gelekî navder e.

Dema Mêrdîn tê gotin bê guman Telkarî tê bîra mirovan.

Beriya bûyerên li herêmê gel û turîstan eleqeyeke mezin nîşanî telkariya zîvîn dida.

Lê piştî ku li herêmê bûyeran dest pê kir êdî danûsatandin pir kêmbûye.

Herwiha edî turîst jî kêm bûne û ev jî bandoreke neyînî li aboriyê dike.