AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

18 avrêl 2016

18:21:39
748336

Dema berxbirê ye.

Li Kantona Efrînê bi demsala buharê re berxbirê (qusandina hiriya pez) ku her sal meha nîsanê çêdibe, destpê kir.

Dema berxbirê ye.


Li Kantona Efrînê bi demsala buharê re berxbirê (qusandina hiriya pez) ku her sal meha nîsanê çêdibe, destpê kir.

Yek ji çavkaniyên debara jiyanê ya Kantona Efrînê jî sewalvanî ye. Li gelek herêm û navçeyên Kantonê sewal tên xwedîkirin. Navçeya herî zêd pez tê xwedîkirin jî Şiyê ye. Ji sedî 30’ê şêniyên navçeyê debara xwe bi xwedîkirina pez dikin.

Bi demsala buharê re welatî pezên xwe derdixînin çolê û hiriya wan di qusînin. Ji ber ku li herêmê germanî zû destpê dike, berxwbir (qusandina hiriya pez) jî di meha nîsanê de çêdibe.

Karekî ku hostetî jê re pêwîst e

Karê birîna heriya pez karekî ne ji rêzê ye. Kesên ku vî karî dikin divê hoste bin. Ji ber ku ev kar bi riya meqeseke taybet pêk tê. Ev meqes jî li kantonê weke ‘HEVRING’ tê binavkirin. Ji ber ku ew gelekî tûj e, her kes nikare bikar bîne. Kesên ku nizanbin bikar bînin jî dibe ku mîhan birîndar bikin. Ji ber vê yekê jî kesên ku vî karî baş zanin kêm in.

Piştî ku hiriya pez tê birîn, ji bo ku wan ji bacikan biparêzin, derman li laşê wan tê reşandin. Her wiha hiriya ku hatiye birîn jî ji bo baş be, dişon û derman lê dirşînin.

Xwediyên pez hiriya ku bidest dixin, piştî şûştin û dermankirinê, li kantonê difroşin.

Hirî di çêkirina gelek tiştan de tê bikaranîn. Ji hiriyê balgî, lihêf û doşek tên çêkirin.

Birîna hiriya pez salê carekê tê pêkanîn. Bi bilindbûna germahiya re xwediyên pez destpê dikin.