Bi giranbûna êrişên serbazên siyonîst ser filistîniyan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê, herîkêm 3 filistînî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Wefa`yê, serbazên Rêjîma Siyonîst vê sibê di encama êrişa ser bajarê Qelqîliyê da ciwanekî filistînî birîndar kirin û 7 kes jî girtin.
Hêzên siyonîst hevgavê viya êrişî kempa Ayide li bakûra Beytlehmê kirin û 2 zarokên filitînî bi gullê birîndar kirin û 2 ciwanên filistînî jî girtin.
Li gorî vê raporê, li kempa Ayêdê hin pevçûn di navbera ciwanên filistîn ên derketibûn banê malan û serbazên israîlî da derketin ku di encamê da 2 zarok bi derba gullê birîndar bûn.
Serbazên siyonîst her wiha dorpêçkirina gundê Yeta li nêzîkî Elxelîlê li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê giran kirin û her wiha ser çend malan da girtin û li nav malan geriyan.
hêzên siyonîst li vî gundî malbatên têkoşerên filistînî haydar kirin ku ew ê malên wan xirab bikin.
Serbazên israîlî hertim bi mehne û hecetên pûç jibo zordayîna ser gelê Filistînê bi merema sekianndina serhildanê êrişî wan dikin.
Ji dema destpêbûna serhildana vê carê ya gelê Filistînê va ji Oktobra sala 2015`an va heta niha gellek filistînî di encama van êrişan da şehîd bûne, birîndar bûne û hatne girtinê.
...........
300
source : Sahar TV
pêncşem
16 pûşper 2016
16:00:13
760638

Bi giranbûna êrişên serbazên siyonîst ser filistîniyan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê, herîkêm 3 filistînî birîndar bûn.