AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
în

28 avrêl 2017

23:02:40
826617

Hucetu-l Îslam Exterî: Bî`seta Pêxember (s), vejîn, serhildan û veguherîna dorfireh ya di pergala xilqetê de ye.

Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (s) diyar kir: Îteeta ji ulûl-emrî re berdewama îteeta ji Pêxember (s) re ye û îteeta ji Pêxemberê Xwedê re jî berdewama îteeta ji Xwedê re ye. Îro îteeta ji ulûl-emrî re di îteeta ji welîyê feqîh re derbas dibe.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (s) di merasîma cejnê ya ku bi minasibeta îda meb`esê li avahîya navendî ya Komgehê hatibû li darxistin, ji karmendên vê sazîyê re axevî û diyar kir ku meha Recebê ji behremend bûn û fêdegirtina ji muhîbet û înayetên îlahî re firsendeke guncav e.

Hucetu-l Îslam wel-Muslîmîn Muhemed Hesen Exterî, di dewama axeftinê de got: Xwedê gelek rê û firsend dane ber bendeyên xwe da ku bikaribin rehmet û bereketên îlahî celb û cezbî xwe bikin. Ji wan firsendan yek jî bî`seta Pêxember (s) e. Şev û roja 27`ê Recebê xusûsîyetên xwe yên taybet hene ji bo ku mirov bikaribe nêzî Xwedê bibe û pê re necwayê bike.

Wî, daxuyandin ku bî`seta Pêxember (a) di pergala afirandin û xilqetê de vejîn, serhildan û veguherîna berfireh bû û wiha pê de çû: Gelek şîrove li ser bî`setê hene. Bî`seta Pêxember wek mekteba herî dawî, rîsaleta herî çê, rêbaza herî kamil, dîn û bernameya herî dorfireh e ji bo mirovatîyê. Xwedê mirov afirand û rê û resm li ber wî danî. Xwedê qonaxa kemilînê ya pêvejoya peresîna mirovî di axirê zemanê û rîsaleta Pêxember de bicih kir. Nûra pîroz a Pêxemberê Xatem yekemîn nûra ku Xwedê afirandî ye lêbelê micessem bûna wê teloqî demeke dî kiriye.

Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê, li gel beyana vê yekê ku şerîeta Pêxember ji şerîetên berê kamiltir bû, wiha dewam da axeftina xwe: Di olên berê de Xwedê hin ferman hinatibûn. Şerîeta Pêxember di warê hêmanên seretayî de li gel olên berê hevpar e lê ji hêla emelî ve ferq dike, lewra dînê Pêxember wek dînê herî kamil tê hesibandin û Xwedê dînê xwe kemiland. Bi derbas bûna demê re di olên berê de hin înhiraf û guhertin pêk hatin û ola Îslamê li gorî olên berê oleke înqilabî tê hesibandin.

Hucetu-l Îslam Exterî, amaje pê kir ku dîn ji bo mirov bigihêje bextewerî û kemalê ye û lê zêde kir: Di hedîsekê de Pêxember kerem dike: “Ez ji bo ku fezîletên exlaqî bikemilinim hatim hinartin”. Xwedê, pêxember sewa hişyarî û mizgînî danê hinartin û mineta xwe li me kir ku em di dewranê de bicî kirin.

Wî, bal kişand ser ku Xwedê ji me xwastiye em li gorî dîn û fermanên Îslamê bimeşin û pê ve girêdayî bin û wiha pê de çû:Îteeta ji ulûl-emrî re berdewama îteeta ji Pêxember (s) re ye û îteeta ji Pêxemberê Xwedê re jî berdewama îteeta ji Xwedê re ye. Îro îteeta ji ulûl-emrî re di îteeta ji welîyê feqîh re derbas dibe. Xwedê mexfiret û rêhma xwe li Îmamê Rahil bibarîne ku ev hêman ji nû ve ava kir û zindî kir.

Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (s), di beşa diyem ya axeftina xwe de wiha xitabî karmendên Komgehê kir: Karê me ji bo Ehlê Beytê ye û pêwiste em di vê riyê de bixebitin da ku em bi serbikevin. Divê xebat li gorî mîyar û pîvanan bête kirin û em teahûdên xwe binîn cih.

Wî, bal kişande ser disîplîna îdarî, xebitîna bi baldarî û bi teserûfê û diyar kir: Pêwîste em li Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê bi baldarî kar û xebetên xwe pêşve bibin. Me teahûd heye û divê em bi awayekî birêkûpêk bi erka xwe rabin. Divê em karên xwe durust û baştir encam bidin û emanetdar bin û teahûdên xwe ve girêdayî bin. Her wiha pakdestî û pakdawî, van du hêmanên Îslamî riayet bikin û li gel hevkarî, hemfikrî û li ber çav girtina mafên hevdu bi wezîfên xwe emel bikin.