AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
pêncşem

22 pûşper 2017

2:55:26
838031

Daxuyanîya girîng a Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi riya daxuyanîyekê hemû misilman û azadîxwazên cîhanê, bi taybet peyrewên Ehlê Beytê (a) dawetî beşdarîya li rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê kir.

Abna / Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi riya daxuyanîyekê hemû misilman û azadîxwazên cîhanê, nemaze hemû peyrewên Ehlê Beytê (a) dawetî beşdarîya li rêpîvana roja cîhanî ya Qudsê kir.

Metna daxuyanîya Komgehê bi vî hawî ye:

Ne cihû û ne jî fileh heya ku tu ji dînê wan peyrewî nekî, ew qet ji te razî nabin. Bibêje: “Bi rastî rêberîya rast, heman rêberîya Xwedê Teala ye”. (Sûreya Beqerê û ayeta 120em)

Nika em careke dî hatine ber îneke din a ji înên dawîya meha mibarek û meha mêvanî û ziyafetê ya Remezanê; ew roja ku ji hêla mîmarê mezin ê înqilabê û damezrênerê Komara Îslamîya Îranê Hezretê Îmam Xumeynî (rizvana Xwedê lê be) ve wek roja Qudsê hate binav kirin; ew leyletu-l qedra dîroka Îslamê ya ku divê em heya hilatina fecra rizgarîya hemû miletên misilman nemaze miletê wêrek, cesûr û mezlûmê Filistînê, bi hişyarî û hişmedîya xwe dest ji têkoşîna micahîdane ya li ser bingeha yekîtîyê bernedin û wekî her demê, wezîfeya xwe ya îlahî û însanî bînin cîh û peymana xwe ligel doza pîroz a Filistînê û gelê mezlûmê Xezzeyê careke din nû bikin.

Li van şert û mercên awarte û zaf kritîk ên dîrokî û rûdanên dawîn ên cîhana Îslamê ku rejîma sehyonîstî di saya propegandeya vajeker a çapemenîya kirêkirî ya rojavayê û bi riya avakirina bajerokan li ser xakên dakirkirî û domandina zext û dijwarîya li ser dîlgirtîyên mezlûm û bêparastin ên Filistînî, armancên xwe yên zalimane bi pêş dixe û pifa bin agirê bûyerên li nayçeyê dike, yekîtî û hevgirtina hemû parçe û pêkhateyên ummeta Îslamê li hemberî plangerîyên Amerîkayê û sehyonîstan û her wiha dijatîyeke xurt û şermezarkirinek tund li hember asayîbûna têkilîyên rejîmên Erebî, bi taybet têkilîyên rejîma zordest a binemala Siûdî li gel rejîma bêyom a Îsraîlê, zerûreteke pir girîng, heyatî û jêneger e.

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) ji hemû misilman û azadîxwazên Cîhanê, bi taybet ji hemû peyrewên Ehlê Beytê (a) û ji endam û kesên têkildar li seranserê cîhanê dixwaze ku:

1. Li roja cîhanîya Qudsê ya îsal jî mîna herdemê bi beşdarîya xwe ya yekparçe û berfireh li xwepêşandan û rêpîvanên bihişmet ên li kolanan, dengê xwe yê zelal û qêrîna xwe ya wek birûskê bigihêjinin guhên cîhanîyan û dubare bikin ku ummeta Îmam Xumeynî –Xwedê rêhma lê ke – ya gewre dê her tim dijberê dijminên zalim û li kêleka miletê mezlûmê Filistînê û miletên din ên mezlûm be; ji misilman û gelên mezlûm ên Miyanmarê û Afqanistan û Pakistanê bigre heya bi gelên mezlûm ên Behreynê, Erebîstanê, Yemenê, Iraqê, Sûrîyê, Nîjeryayê û hemû mezlûmên cîhanê.

2. Teşebusên xayînane û cînayetên rejîma dakirkera Qudsê bi riya lidarxistina rêpîvanan û axeftina li hemberî balyozxaneya Îsraîlê li welatên cihêreng û her wiha bi riya berhev kirina îmzeyan û bi şiklên din ên protestoyê, bi awayekî herî tund şermezar bikin.

3. Derxistina îxtilafên navxweyî û mezhebî û her wiha tevdan û fitnekarîya Amerîkayê, Îsraîlê û ya şêxnişînên Suûdî û cerdewanên wan, ligel polîtîkayên bêyom ên îstikbara cîhanî û NATOya Erebî li welatên Îslamî, bi riya nivîsîna meqaleyan û veqîrana medyatîk li malperan, ajansên nûçeyan û li medya civakî bi tundî mehkûm û şermazer bikin.

4. Cînayetên hovane û îfratî yên vehabîyeta tekfîrker û terorîst yên li her dera cîhanê, bi lehnekî dijwar şermezar bikin û bi protestoya xwe ya tund bersivê bidnê; çimkî guman jê nîne ku ev dijberîya cîhanî dê mîna mûşekên wîranker û hişyarker ên vê dawîyê yên Komara Îslamîya Îranê ku ber bi DAIŞîyên tekfirî-terorîstî ve hatin berdan, dê derbeyeke xurt û xofnak jî li peyker û heykelê rejîma xespker û dagirkera Qudsa Şerîf bixe da ku dengê vê derbeyê biçe dijminên din ên zebûn û hevalbendên wan ên heqîr û zelîl jî.

«و سیعلم الذین ظلموا ای منقلب ینقلبون»

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a)

25ê Remezana Mibarek sala 1438 hq.

Û 20ê Hezîrana sala 2017.