AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
în

30 pûşper 2017

4:21:06
839563

Exterî: Înqilaba Îslamî bi saya rêberekî bîrewer bi serfirazî bi pêş ve diçe.

Merasîma salroja şehîdbûna Ayetullah Bêhiştî û 72 hevalên wî bi beşdarîya Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li Kirmanê li dar ket.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, bi minasibeta bîranîna salroja bobelata teqîna li navenda Partîya Komara Îslamî, “merasîma bîranîna yaran” duh êvarê li 7ê tîrmeha sala 1396an li Kirmanê hate li darxistin.

Muhamed Hesen Exterî ku mêvanê vê merasîmê bû, di axeftina xwe de ligel îşareya bi vê yekê ku deheya salên şêstî ji hêla Rêberê Înqilaba Îslamî ve wek salên mezlûmîyeta Komara Îslamî hatiye binav kirin, wiha got: Şehîd Bêhiştî jî di nav de şehîdbûna 72 rêhevalên Îmamê Rahil, şehîdketina zêdetir ji 250 hemwelatîyan di encama êrişa sîtemker a Amerîkayê xwînrij bi ser balafira rêwîyan de û her wiha şehîtbûna Ayetullah Quddûsî, wek bûyerên sereke ne ku li vê dehikê û di tîrmehê de rû dane.

Wî bal kişand ser ku em îro di nava ewlehî û aramîyê de dijîn û dû re wiha dewam kir: Îro Înqilaba Îslamî bi saya xwîna şehîdan û rêberekî aqilmend, camêr, birêveber, rêzan, zana û merceyê teqlîdê, bi serfirazî bi pêş ve diçe.

Exterî lê zêde kir: Niha hişyarîya Îslamî cîhan girtîye ber xwe û ne tenê li nava Misilmanan, her wiha li nava xeynî misilmanan jî ev hişyarî dike gurmegurm û diherike.

Wî her wiha anî ziman ku dijmin li salên dehika şêstî ligel planeke bi hesab, deqîq û rûxîner derketibû sehneyê daku di firsendeke guncav de kitêba înqilabê ji hev bixe û dosyaya nîzamê bigre.

Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê wiha got: Îmam Xumeynî (r) bi zanabûn û bi riya midûrîyeta xwe, li demekî ku hema hema piranîya meclîsê, dewlet û kesayetîyên mezin hemî ji dest diçûn, karî ku civakê li ser piya bigre û vê xetê bişopîne li halekî de ku welat rastî qomployeke mezin hatibû.

Exterî di dewama axeftina xwe de diyar kir: Îro jî em dibînin ku minafiqên xwînrij û hemû kesên girêdayî wan, bi hemû hêza xwe ve li hember Komara Îslamî disekinin û çi ji destê wan tê, dikin.

Wî, bang li şênîyê Kirmanê kir û got: Bila haya we jê hebe ku dijmin di her warî de hewl dide ku ji kesên şîe an sunnî yên koksist, bêdîn, bêîman û xwefiroş sûd werbigre. Hevkarîya dijmin ligel komên mîna DAIŞê û piştgîrîya ku dide wan jî ji ber vê yekê ye.

Exterî destnîşan kir: Îro mafê mirovan ê Amerîkî tê wateya piştgîrîya bajerok avakirina rejîma dagirker a Quhsê, serkutkirina gelê Filistînê, kuştina gelê mezlûm, hepskirina jin û mêran, qetlkirina zarokan, piştevanîya dagirkerî û xwîn rijandinê, bombebaran kirin û kuştin û ji nav birina mirovan.

Wî, lê tekîd kir ku di van şert û mercan de yekîtîya civaka Îranê û hevgirtina şîe û sunnîyan divê berdewam bike.

Sekreterê Giştî yê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) di dawîya axeftina xwe de got: Bêguman Xwedê jî di vê riyê de alîkarîya me dike; çewa ku heya îro kiriye.