12 October 2024 - 12:58
Nas kirina Cemxaneyên Elewiyan li Stenbolê

Helwesta Elewiyan li ser vê biryare çiye?

Bi fermî nas kirina Cemxaneyên Elewiyan li Stenbolê 

Di destpêka meha Îlon ya sala 2024 Ekrem Îmam Oqlo şaredarê Stenbolê di çarçove ya daxuyaniyekî fermî cemxaneyên Elewiyan li bajarê Stenbolê wekî "Îbadet Xaniyekî" fermî bi fermî nas kir ku bû sedema pê ketina dijberiyan, lihev kirinan û helwestên cur bi cur li ser vê mijar e.

Piştî bi fermî nas kirina cemxaneyên Elewiyên Tirkiye ji bo cara yekê li seranserî vî welatî wekî "Îbadet Xaniyekî" fermî li bajarê Stenbolê ji aliyê Ekerm Îmam Oqlo şaredarê Stenbolê ji Partiya Komar ya Xelkê (CHP) ku di destpêka meha Îlon ya sala 2024 û li civîna giştî ya Partiya Komar ya Xelkê (CHP) li bajarê Stenbolê bi piraniya dengan ev hilxist ya ferhengî hat tekez kirinê û piştî vê ji aliyê şaredarî ya vî bajar e hat qebûl kirin û pêk anînê. Ku bû sedema pê ketina dijberiyan, lihev kirinan û helwestên cur bi cur li ser vê mijar e ku dibe li ser vê danûstandin kir. Hinek piştî parve kirina vê nûçe ye ji aliyê torên civakî ya nêzîk ji Partiya Komar ya Xelkê (CHP) û şaredarî ya Stenbolê li yekê da şarezaran, rewşenbîran û alîgerên partiya desthiltdar ya Tirkiye yanî Partiya Dadwerî û Pêşketinê (AKP) ji aliyê torên civakî ku li destê wan de ye gelekî rexne li ser vê biryare kirin û ev pêngav ya şaredarî ya Stenbolê ne qanûnî û li dijî qanûna sereke yî ya Tirkiye nav lê kirin. Lê ji aliyekî din partiyên dijî dewleta Tirkiye û alîgerên mafên civaka Elewiyan li vî welatî bi parve kirina peyamên girêdayî, vê mijare pêngavekî bi bandor li hevgirtinên pirtir û xort kirina yekîtî ya netewe yî yê nirxandin. Lê niqtiyekî balkêş ku li ser vê mijare hat dîtin ev bû ku partiyên nêzîkî Kurdên Tirkiye mîna Partiya DEM Partî û Partiya Hûdaparê li ser vê bûyera girîng ti bertekekî taybet bi şêwe ya fermî nîşan nedan. Li şopa vê çîrok e ku li paş vê Partiya Komar ya Xelkê (CHP) ku yek ji têkoşerên sereke yî ya partiya desthilatdarê ye heye û şaredarî ya Stenbolê tenê wekî peymankarekî li vê mijare bûye piştî vê bûyer e çalakiyên xwe li ser parastina dengên xwe û rakêşîna alîgerê xorttir kiriye û armanca xwe ya sereke yî yê li bajarên eslî ya Tirkiye mîna Enqere, Stenbol û Îzmîrê li ser civakên dijî dewletê Tirkiye mîna Kurdan, Tirkên Elewî, Kurdên Elewî û Ermeniyan hiştiye û bi li dar xistina merasimên cur bi cur li bajarên navborî û nêzîk bûna serokên vî partiye ji xelkê civakên navborî hewla xwe li ser zêde kirina hez lê hatina xwe li nav wan dide. 

Helwesta Elewiyan li ser vê biryare çiye?

Elewiyên welatê Tirkiye ku ji şaxe ya Bektaşiye ayîna Elewî û mezheba Şîe ne li nav du netewên Titk û Kurd têne belav kirin ku piraniya sedî 70 ya vî civake bi bandor li siyaset ya mezin ya Tirkiye yê Kurdê ne. Piştî parve bûna nûçe ya bi fermî nas kirina cemxaneyên xwe ku şûnekî dîrokî, menewî, îrfanî û têgihiştî yê şopdarê vî ayînê ye li nav du beşên balkêş hatin cida kirin û hinek ji wan vê biryare li raste ya xorttir kirina yekîtî ya netewe yî û geş kirina biratiya gelan nav lê kirin û li aliyekî din ev biryarek ku hatiye wergirtin qonaxekî ji xapandina siyasetvanan ji bo hilgirtina dengên girîng ji civaka Elewiyan nav lê kirin.Li dû vê mijare ku girîngtî ya xwe li destnîşan kirina encaman û çarenûsa bûyerên siyasî û civakî li siyaset ya navxwe yî ya Tirkiye heye, du pirsên ferhengî_mezhebî û siyasî li hembera vê biryare heye ku îşaret kirin li ser vê dikare helwestên veşartî ya vê biryare ku li rû yê da erênî û li rê ya yekîtî ya netewe yî ya Komara Tirkiye xuya bike. Li destpêkê da bi fermî nas kirina cemxaneyên Elewiyan wekî "Îbadet Xaniyekî" qanûnî li Tirkiye ev peyama xwe ya nerênî xuya dike ku Elewiyan ji gelê Îslamê cida ne û wekî Mizgeftên Misilmanan, Kenîseyên Cihûdan û Dêrên Mesîhiyan Cemxaneyên Elewiyan jî şûnekî taybet yê vî civaka ayîndarê ye ku bi diyarî kirina mafên mîna Îbadet Xaniyên din ew ji Misilmanan dûr dixe. Herwiha li nêrîna siyasî ya vê biryare bandora Partiya Komar ya Xelkê (CHP) Li cilê şaredarî ya Stenbolê em dikarin bibînin ku piştî serketin li hilbijartinên Şaredariyên Tirkiye li sala 2024, bi bernameyekî pêkhate li şopa bi dest xistina hikûmeta Tirkiye yê ye ku li hilbijartinên pêşerojê ye û mijara bi fermî nas kirina cemxaneyên Elewiyan jî pariyek ji vî bername ji bo wergirtina dengan e.

Nivîsar:Süheyl Ferehmend.