Li gorî Rûdawê, wî got ku agahî hene ku hejmareke din ji kurdên êzîdî yên revandî li kampa Holê li Sûriyê hene.
Qaidî da zanîn ku ji sala 2014an û vir ve ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzîdî hatiye vekirin, hejmara kesên revandî gihiştiye 6 hezar û 416 kesan.
Û wî got jî ku ji wê demê ve heta niha 3583 kurdên êzîdî, di nav wan de mêr, jin û zarok, hatine azadkirin.
Derbarê hebûna kurdên êzîdî li kampa Holê jî Qaidî tekez kir ku ne mimkun e derbasî kampê bibin, lê hejmareke zêde ya kesên revandî li kampê hene.
Piştî êrîşa li ser Şengalê di sala 2014’an de, koma têrorîst a DAIŞ’ê sûcê komkujî li dijî Kurdên Êzidî pêk anî.
..............
Dawiya peyamê/