Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rêzefîlma nakok a Muawiyeyê bi helkefta meha Remezanê li kanala MBC ya Erebistanê dest pê kir.
Li gorî vê raporê, beşa yekem a vê rêzefîlmê behsa jidayikbûna Muawiye û salên destpêka jiyana wî dike.
Weşana rêzefîlma Muawiyeyê di demekê de dest pê dike ku ji ber naveroka wê ya aloz li Iraqê weşana wê rêzefîlmê hatiye qedexekirin.
Rêzefîlma Muawiye di dîroka cîhana erebî de rêzefîlma herî biha ye ku di sala 2022an de bi bihayê 100 milyon dolar hatiye çêkirin. Piraniya dîmenên vê rêzefîlmê ku behsa jiyana Muawiyeyê dike, li Tûnisê hatine kişandin. Rêzefîlma Muawiyeyê berî niha biryar bû sala 2023an were weşandin, lê kanala Siûdî MBC wê demê ji ber nerazîbûnên berfireh ên misilmanên şîe û sunet li seranserê cîhanê ji weşana rêzefîlmê vekişiya.
................................
Dawiya peyamê/
5 March 2025 - 09:56
News ID: 1540569

Kanala Siûdî MBC dest bi weşana rêzefîlma Muawiyeyê kir.
Your Comment