صبا - Kurmanji.html
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- Hucet ul Îsam HemîdRiza Erbab Silêmanî der barê plana xwe ya ji bo pêşangeha navneteweyî ya Qur'ana Kerîm a ji aliyê hijmarî û kalîte ve di salên bê de got: "Em ê di vî warî de bixebitin. Helbet astengî û pirsgirêk hene ku nahêlin tişta ku em dixwazin pêk were, lê em ê hewl bidin ku di sala pêş de cîhekî mezintir ji bo pêşangehê peyda bikin."
Di hevpeyvînekê de ligel nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beytê (s.x)ABNA der barê bernameyên ku ji bo danasîna dersên Ehlê Beytê (S.X) di pêşangeha Qur'anê de hatine plankirin, wiha got: "Di gava yekem de divê em berhemên di warê Ehlê Beytê (S.X) de baş û bi baldarî nas bikin û ji wan berhemên herî baş û bi kêmanî pêşkêşî bikin. Ji ber vê yekê jî îsal me zêdetir ji kapasîteya meclîsa Qûmê û ofîsa propagandayên meclisê bikar anî û ji aliyekî din ve jî me beşek ji bo mijara xêzana malbatê terxan kir da ku ji mijara Nehc El-Belaqeyê heta Mehdiyetê, em bibin şahidê bernameyên hêja.
Serokê 32yemîn Pêşangeha Navnetewî ya Qur'ana Kerîm herwiha got: Îsal derbarê weşana ilmên Ehl-ul Beytê (s.x)de gelek şêwir hatin kirin û me ji hemû aliyan ve ya herî baş hilbijart, her çend hîn jî cîhê pêşketinê heye. Çawa ku Quran îhmal kirin, Ehlê Beytê (s.x) jî mezlûm in.
Derbarê sedema kêmbûna beşa navnetewî ya pêşangeha Quranê de jî got: 15 welat di vê beşê de beşdar bûn, lê ji ber şert û mercên taybet ên herêmê hinek nikarin beşdar bibin, ji ber wê jî gelek daxwaz hene.
................................
Dawiya peyamê/a
Your Comment