27 March 2025 - 10:00
Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî: Yemen piştgiriya gelê Filistînê didomîne

Rêberê Ensarullahê bal kişand ser vê yekê ku em ê piştgiriya gelê Filistînê bidomînin û tevî êrişên Amerîkayê tu carî ji vê helwesta xwe venegerin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlî Beytê (A.S.) - IBN - Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê li bernameya Minbera Qudsê destnîşan kir: Em silavên xwe ji şehîdên rêya Qudsê re ji Filistînê heta Lubnan, Yemen, Iraq û Îranê dişînin.

Wî her wiha got: Mewziyên şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û şehîd Îsmaîl Heniye rastiyan îfade dikin, gel hişyar dikin û li qadan bi bandor in.

Ebdulmelik El-Hûsî her wiha got: Ev du şehîdên mezin di rûbirûbûna destdirêjkerên Rejîma Siyonîst de beşdar bûn û di bilindkirina ala cîhadê di nav netewên Îslamî de pêşeng bûn.

Wî paşê serokomarê şehîd Seyîd Îbrahîm Reyîsî yê Îranê wek nimûneya dilpak û dilxwazê ​​doza Filistînê bi nav kir û got: Wî helwêsta Komara Îslamî ya Îranê derbirî û helwêstên pratîkî yên vî welatî bû.

Rêberê Ensarullahê got: Armanca Rêjîma Siyonîst a êrişkarîyê ku bi şirîkatî û piştgirîya Amerîkayê dewam dike, armancek zelal dişopîne û ew jî hewldana jinavbirina meseleya Filistînê ye.

Wî bal kişande ser wê yekê ku Rejîma Îsraîlî nikare gelê Filistînê ji cih û warên xwe derbixe, heta ku hikûmetên Erebî bi xiyaneta xwe bi dest nexin û em di vî warî de hişyariyê didin.

Rêberê Ensarullahê tekez kir: Welatên Erebî divê ji bo rêgirtin li awarebûna gelê Filistînê û dijberiya normalîzekirinê, bi awayekî cidî tevbigerin û helwesteke wêrek û dîrokî nîşan bidin.

El-Hûsî got: “Eger rejîma Îsraîl karibe filistîniyan ji axa wan derbixe, wê dor were welatên Ereb ên derdora Filistînê.”

Rêberê Ensarullahê bal kişand ser vê yekê ku em ê piştgiriya gelê Filistînê bidomînin û tevî êrişên Amerîkayê tu carî ji vê helwesta xwe venegerin.

Wî bang li hemû misilmanan kir ku li hember zêdegavîyên Rejîma Siyonîst bisekinin û bi îtiraza xwedê xwe ji şikestina derûnî û bêhêvîbûnê dûr bixin.

................................

 Dawiya peyamê/

 Tags

 Seyîd Ebdulmelik El-Hûsî

 Filistîn

Yemen

Roja Cîhanî ya Qudsê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha