Li gorî rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA-Bi boneya roja cîhanî ya Qudsê û hevdem bi Roja Axê, hêzên niştimanî yên Lubnanê û komên filistînî merasima hevxemiya bi Quds El-Şerîf li ber avahiya Elasku li navenda bajarê Beyrûtê lidar xistin.
Di vê merasimê de, çalakvan û rêberên girûpên siyasî û berxwedanê pabendbûna xwe bi berxwedanê nîşan dan û tekezî li ser mafê gelê Filistînê ji bo vegerandina ax û mafên xwe kirin.
Li gorî nûçegîhanê ABNA yê ji Beyrûtê, di bûyerê de beşdarbûneke berbiçav a aliyên Filistînî û Erebî hat lidarxistin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Ebdullah El Danan di axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê bi biryar e ku tevahiya axa xwe azad bike û Operasyona Bagera Eqsayê îsbat kir ku doza Filistînê di dilê berxwedan û gelê Filistînê de hîn jî zindî ye.
Her wiha destnîşan kir ku dagirker hewl didin têkçûna xwe derbas bikin, lê hewldanên zextê li ser berxwedanê bi ser nakevin.
El-Denan tekez kir: "Em bi lezgînî daxwaza nirxandina amûrên siyasî û meydanî yên frakisyonan û pêşxistina stratejiyeke yekgirtî ya Filistînê û xebateke cidî ji bo yekîtiya neteweyî ya Filistînê dikin."
Di beşeke din ya vê rêûresmê de Dr.Ehmed Ebdul Hadî nûnerê Hemasê li Lubnanê tekez kir: Berxwedana Filistînê dê li ser rêya xwe berdewam be û teslîmî zextên Israîlî û Amerîkayê nabe.
Wî her wiha got: "Hamas pabend e bi cîbicîkirina rêkeftinan, lê li gor şertên xwe" û tekez kir ku Filistîn nabe armancek hêsan ji bo dijminan.
Nûnerê Hemasê li Lubnanê bal kişand ser wê yekê ku em dest ji çekan bernadin û got: Çek can û canê me ye û em nikarin dest ji canê xwe berdin, ji ber ku çek amûra sereke ye di çarçoveya xebata çekdarî ya rizgarî û vegerê de.
Rebîh Benat serokê Partiya Sosyalîst ya Neteweperest a Sûriyê li Lubnanê jî li axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya lihevhatina hêzên berxwedêr ên Lubnanê û Filistînê û pêwîstiya çalakiya hevpar ji bo rûbirûbûna bi dagirkerên siyonîst.
Wî bal kişand ser vê yekê ku helwesta neteweyî ya berpirsiyar hewce dike ku her kes ji bo parastina serweriya Lubnan û Filistînê û rûbirûbûna projeyên ku armanca wan têkbirina doza Filistînê ye bixebite.
Rebîh Benat kirîza Sûriyê bi bîr xist û got: "Gelê me li hember pirojeya awarebûna li Xezze û Şerîa Rojava û pirojeya asayîkirina Lubnanê tenê yek bijarde heye û ew bijarde jî berxwedan û rûbirûbûna leşkerî ye." Bê wê em ê bi dîmenek ku em naxwazin di tu tevgerê de bibînin re rû bi rû bimînin, lê mixabin em li Sûriyê dibin şahid.
Hac Mehmûd Qematî Alîkarê Serokê Civata Siyasî ya Hizbullahê jî li axavtina xwe de bal kişand ser vê yekê ku berxwedan dê wekî parêzvanê rastîn ê doza Filistînê bimîne û destnîşan kir: Hemî hewlên ji bo asayîkirina peywendiyên digel siyonîstên îşgalker dê têk biçin û Lubnan heya azadkirina tam a Filistînê dê li kêleka Filistînê bimîne.
.....................
Dawiya peyamê/
Etîketan
Beyrût Lubnan
Sûriye
Filistîn Xezze
Your Comment