AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
pêncşem

30 rêbendan 2020

5:44:15
1006369

Mescidî: Îran piştgirê aştî û hevaltiyê navbera gel û dewletên navçeyê ye

Balyozê Îranê li Iraqê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim daxwaza aramî, hevaltî û hevdengiya digel dewlet û gelên navçeyê û yên cînar dike.

(ABNA24.com) Li gorî rapora IRNAyê, Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Iraqê roja Çarşemiyê di hevdîtin abi Cenîn Henîs Plasçart Nûnerê NY li vî welatî ku li balyozxnaeya Îranê pêk hat, tevî şirovekirina rola Komara Îslamî ya Îranê di têkbirina têrorîsmê li navçeyê nemaze li Iraq û Sûriyê li ser daxwaza dewletên van du welatan, got: Têhran hertim daxwaza berfirehkirina hevaltî, hevdengî û xurtkirina pêwendiyan digel Bexdayê dike.

Mescidî tevî amajeya bi serneketina dewleta Amerîkayê di warê bikaranîna stratejiyên zordarî, teror, gefxwarin, destdirêjî, piştgiriya ji dagîrkeran û boykotkirinê li navçeyê, destnîşan kir ku ev kiryar dibin sebeba pêkhatina hesta nefret û tolhildanê ya gelê cîhanê û navçeyê dijî siyasetên amerîkiyan.

Nûnerê NY li Iraqê jî tevî ragihandina amadetiyê jibo hatina bo Têhranê û gotûbêja bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ra, sipasiya rola Îranê di têkoşîna dijî têrorîsmê li navçeyê kir.




/129