Abna / Çil roj berê, li berbanga roja sêyem a meha çileya 2020an hêzên rejîma xwînxwar a Amerîkayê bi awayekî necamêrane êrîşeke hewayî li dijî karvanê dîplomatîk li nêzî balafirgeha Bexdayê pêk anîn û fermandarê Hêzên Qudsê Serleşker Qasim Suleymanî ligel cigîrê Heşdî Şebî Hec Ebû Mehdî Muhendis û heşt endamên Sipahê Pasdaran û Heşdî Şebî şehîd kirin.
Serokê fasid û mijîgenî yê Amerîkayê Donald Trump, piştî çend seatan berpirsyarîya vê êrîşa tirsonek girt ser xwe û ragihand: Duh êwarê, bi fermana min artêşa Amerîkayê bi awayekî serketî êrîşeke tekûz û bêkêmasî pêk anî û terorîstê hejmara yekê yê dinyayê Qasim Suleymanî kuştin.
Vîdyoyê li jor, dîmenên merasîma rakirina termên paqij ên sipehbud Şehîd Qasim Suleymanî, Şehîd Muhendis û yên rêhevalên wan nişan dide ku li bajarên mezin ên Îran û Iraqê li dar ket û bi mîlyonan kesan mezintirîn birêkirina dîrokî pêk anîn û rojeke gewre ya Xwedayî afirandin.
Nika pêwiste wicdanên paqij li dinyayê dawerîyê bikin:
Gelo eve, merasîma rakirina termê terorîstekî ye?!
..................
300 - 327