AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
sêşem

18 reşemî 2020

11:10:30
1011361

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bal kişande ser siyasetên serdestîxwaziyê yên Amerîkayê û got: Amerîka bi zorbêjiyên ne beraqil nemaze di serdema serokomarê niha yê vî welatî da, li cîhanê bi tenê maye.

ABNA: Elî Larîcanî, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ku çûye Beyrûtê roja Duşemiyê li civîna bijardeyên libnanî tevî amajeya bi vêya ku boykotên Amerîkayê bûne sebeba geşatiya Îranê di warêmn cûrbicûr da, got: Niha Îranê zêde ji 40 miliyar dolarî derfirotina ne-neftî heye.

Larîcanî her wiha tevî amajeya bi zirûfên Îran û Libnanê jibo berfirehkirina hevkariyê di warên abor da got: Îran di beşên cotkarî û petrokîmiyê da amade ye ku ezmûnên xwe veguhezîne û planên hevpar cih bînin.

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê derbarê plana Danûstandina Sedsalê jî got: Danûstandina Sedsalê mirî hatiye dinê û dê negihêje encamê.

Larîcanî her wiha tevî pêgiriya lis er vêya ku Îran amadeyî gotûbêja bi welatên ereb ên navçeyê ra ye, got: Hin welatên ereb ên navçeyê ji aliyê Amerîkayê va hatine xapandin, ji ber ku di gotûbêjên nihênî da qala wêdadayîna nakokiyan dikin, lê di medyayan da gotinên ecêb dibêjin.

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê derbarê gefxwarina li Îranê ji aliyê Rêjîma Siyonîst va jî got: Rêjîma Siyonîst nawêre destdirêjiya ser Îranê bike û bi êrîşa ser malên vala li Sûriyê îdia dike ku baregehên Îranê kirine armanc ku eva tam derew e.

Larîcanî her wiha bi gotina vêya ku serdar Sipehbud Qasim Silêmanî lehengê cîhanî yê têkoşîna dijî têrorîsmê bû, got: Bersiva miletên navçeyê bo conayeta tirsokî ya têrorîstên amerîkî, tenê derketina wan ji Rojavaya Asyayê ye.

............
340