AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
çarşem

19 reşemî 2020

9:28:09
1011601

Rêberê Inqilabê: ''Pişikdarîya di hilbijartinan de erka dînî, netewî û şoreşgêrî û mafê medenî yê gelê Îraên ye''

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pişikdarîya di hilbijartinan de erka dînî, netewî û şoreşgêrî û mafê medenî yê gelê Îraên zanî û amajeyî 2 ruknên girîng ên ''pişikdarîya pirrcoş'' û ''hilbijartina baş'' kir û got: Hilbijartin cihadeke giştî û neimet û ceribandina ilahî ye ku heke pişikdarîya herîzêde têda hebe, dê bibe sedema parastina ebûra pergala islamî û xurtkirina welêt û parastîbûna himberî komployan û rêxweşker jibo Îrana xurt.

ABNA: Hezretê Ayetullah Xaminêyî Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî îro di hevdîtina digel bi hezaran kes ji gelê Azerbaycana Rojhilatê pêgirî kir ku çavê dost û dijminan li hilbijartinên di 21`ê Sibatê de ye û got: ''Tenha rêya poşman û bêhêvîbûna dijminan ``xurtbûna Îranê`` ye û yek ji nîşaneyên Îrana xurt, meclisa xurt e, meclisa ku bikare bi pejirandina qanûnên pêwîst û bi meşandina dewletan ber bi rêya durist û baş, welêt parastî û ganratî bike.''

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî amajeyî raporekê têkildarî vê yekê ku welatekî birrik û kîn ê herêmê diraveke zêde daye mêdyayekî farsîziman li Ingilîsê jibo poşmankirina gelê Îranê ji meyl û peyrewîya ji kesên şoreşgêr di hilbijartinan de û got:'' Ew rapora nîşan dide ku kualîte û çawanîya hilbijartinan çiqasî girîng in.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî di pişkeke axavtina xwe da derbarê gotinên pûç û beredayî yên vê dawîyê yên rayedarên amerîkî derbarê Îranê û hilbijartinan de got: ''Amerîkayê dixwest bi têrora serdar Silêmanî ku bandorên kûr li herêmê hebûn, li navçê serdest bibe, lê encam bilekis bû û meşa mezin a dijî Amerîkayê li Bexdayê, meseleyên Sûrîyê û Helebê û meseleyên din ên navçê, encameke tam berovajî daxwaza Waşîngtonê derxistin holê.''

Hezretê Ayetullah Xaminêyî pêgirî kir ku dijmin ne tenê di meseleya têrora serdar Silêmanî de belkî di şerekî çilsalî da hertim himberî gelê Îranê derbe xwarîye û pêrgî işkestê bûye û dîyar kir: ''Amerîkîyan di 40 salên buhurî de hemî çekên sîyasî, aborî, leşkerî, emnî, çandî û mêdyayî û her karê pêkan jibo têkbirina pergala islamî bikar anîn lê pergala islamî ne tenê têk neçû belkî hezar qatî xurtir bûye û hibmerî vê yekê Amerîka ji berê lawaztir bûye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî dema ravekirina lawazbûna Amerîkayê got ku Amerîkayê şiklê xwe xemilandîye, di halekî da ku 22 hezar milyard dolarî deyndar e û bi vî awayî dewleta herîdeyndar li cîhanê ye û navbera çîn û qatên hejar û dewlemend serhejîner û ji her demekê zêdetir e.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî amajeyî amar û rastîyên serhejîner derbarê cihêkarî, hejarî û cinayetê li Amerîkayê ku wek xurîyê ketine canê vî welatî kir û pêgirî kir: ''Çawan ku mezinatî û heybeta gemîya Titanikê pêşî li nuqumbûna wê negirt, hewildana jibo xemilandina şiklê Amerîkayê û coş û mezinatîya Amerîkayê jî nikare pêşîya nuqumbûna vî welatî bigire û ew dê nuqum bibe.''

...........
340