AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
pêncşem

20 reşemî 2020

7:27:27
1011814

Rûhanî: Pişikdarîya pirrcoş a gelê Îranê di hilbijartinan de yê Amerîkayê hêrs bike

Serokê Komara Islamî ya Îranê dîyar kir ku pişikdarîya pirrcoş a gelê Îranê di hilbijartinên 21`ê Sibatê de yê Amerîkayê hêrs bike, got: Gelê Îranê bi yekitî û tifaqa xwe yê nîşanî amerîkîyan bide ku kara û xurt e.

ABNA: Hesen Rûhanî Serokê Komara Islamî ya Îranê di civîna Desteya Wezîran de bi gotina vê yekê ku Meclisa Şêwra Islamî li Îranê dezgeheke xurt e, dîyar kir: Gelê Îranê bi pişikdarîya hemasî di hilbijartinên Meclisa Şêwra Islamî de ku yê roja Înîyê werin lidarxistinê, dê careka din dijminan poşman bike.

Hilbijartinên dewra yanzdan a Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê li seranserî welêt û yekemîn dewra navîn a Civata Şarezayên Rêvbirîyê li 5 bazineyên Têhran, Fars, Xorasana Bakur, Xorasana Rezewî û Qomê  yê roja Înî 21`ê Sibatê bên lidarxistinê.

Rûhanî di dewama xeberdana xwe da bi gotina vê yekê ku sepandina boykotên Amerîkayê ser gelê Îranê de karekî têrorîstî ye, dîyar kir: Nika desteyek li Amerîkayê serdest bûye ku bi piştgirîya Sîyonîstan û hin rêjîmên paşvero yên herêmê pirsgirêk jibo gelê Îranê saz kirine.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku sîyaseta Amerîkayê li navçê nemaze himberî Îranê çewt û şaş e û got: Rayedarên Amerîkayê bila bizanibin ku sîyaseta zexta herîzêde idî himberî yekitî û hêza gelê Îranê bi kêr nayê û ew divê teslîm bibin û rastîyê qebûl bikin.

Rûhanî herwiha bi gotina vê yekê ku serdar sipehbod Qasim Silêmanî Fermandeyê şehîd ê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî sembola têkoşîna dijî têrorîsm, istiqrar û ewlehîya navçê bû, dîyar kir: Pişikdarîya bi milyonan kes ji gelê Îranê di merasima rakirin û definkirina meytê şehîd Qasim Silêmanî de nîşan da ku hemî fikir û planên amerîkîyan û hin rayedarên rojavayî derbarê Îranê di salên vê dawîyê de, çewt û şaş bûn.

...........
340