ABNA: Seyid Îbrahîm Reîsî, Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê di Civîna pisporî ya hilkolandina kiryarên pêkhatî derbarê şopandina dosyeya terora Serdar Silêmanî li Têhranê got: Kiryara têrorîstî ya dewleta Amerîkayê bi berûlayên cûrbecûr ên navneteweyî, siyasî, leşkerî, hiqûqî û dadweriyê ye.
Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê tevî pêgiriya ser komkirina belgeyên aşkira û nihênî yên terora Serdar Silêmanî, got: Li vê bûyerê hem aliyê sizayî û hiqûqî heye û hem jî aliyê navneteweyî heye û berpirsiyariya dewletan û aliyê Mafên Mirovan têkildar e.
Reîsî got: Kiryarên hiqûqî û dadweriyê yên pêkhatî di dosyeya Terora Serdar Silêmanî divê bi diqet, belgewar, zanistî û hiqûqî pêk bên da ku ji billî şermezarkirina Amerîkayê bibe sebeba riswatiya pergala desthilatdar li vî welatî û bêavrûbûna wan li cem raya giştî.
.............
340