AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
şemî

14 adar 2020

9:36:21
1017251

Şemxanî: Babetên hevpar navbera terora Serdar Silêmanî û îdiaya êrîşa ser Baregeha Taciyê hene

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya neteweyî ya Îranê roja Îniyê li ser Twittera xwe tevî amajeya bi çûyîna xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê, nivîsî: Di vê seferê da ji berpirsên iraqî hat xwestin ku sebebkarên navxweyî yên operasiyona terora şehîd Silêmanî û Ebû Mehdî nas bikin.

ABNA: Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya neteweyî ya Îranê roja Îniyê li ser Twittera xwe tevî amajeya bi çûyîna xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê, nivîsî: Di vê seferê da ji berpirsên iraqî hat xwestin ku sebebkarên navxweyî yên operasiyona terora şehîd Silêmanî û Ebû Mehdî nas bikin.

Amerîkayê di dewama kiryarên xwe yên wêranker, berbanga Îniyê bi êrîşa ser baregehên Heşda Şeibiyê li çar navçeyên Iraqê, bi dehan kes ji hêzên Wzeareta Berevanî û Polîsê Federal ê Iraqê kuştin û birîndar kirin.

Ev êrîş di halekî da ne ku amerîkî îdia dikin êrîş wek bersiva bo êrîşa vê dawiyê ser baregeha Taciyê, baregeha hêzên nasyar bi Hevpeymaniya Navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê li bakurê Bexdayê pêk hatiye.

Îdiaya Amerîkayê di halekî da ye ku heta niha hîç komekê li Iraqê berpirsiyariya êrîşa ser Taciyê negirtiye ser milê xwe û hinek qala ihtimala dubarekirina sehneçêkirina Amerîkayê jibo êrîşa ser baregehên Heşda Şeibiyê û terora Fermandarên Bereya Berxwedanê dikin.

...............
340