ABNA: Hezretê ayetullah Xamineyî îro Îniyê di peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1399an a Koça Rojî, tevî amajeya bi hevdemiya roja yekem a salê digel salroja şehîdbûna hezretê Musa ibni Cefer (S), silavên xwe arasteyî pêşgeha pîroz a wî hezretê kir û tevî pîrozkirina Cejna pîroz a Mebesê û cejna nû ya Newrozê li tevahiya gel nemaze malbatên giranqedr ên şehîd û canbazan, têkoşerên warê saxlemîyê û hemî xebatkarên têkoşer, sala nû wek Sala "Hilbezîna Berhemanînê" da zanîn.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî dayîna sersaxî û pîrozbahiyê bo malbatên şehîdên sala 1398 ji wan şehîdên berevaniya ji herem û sînoran û di serê wan da şehîdê hêja Serdar Qasim Silêmanî, Şehîd Ebû mehdî Mihendis û hevriyên wan û şehîdên bûyera Kirmanê û bûyera Firokeyê û şehîdên saxlemiyê, sala 1398 saleke pirr teşqele jibo gelê Îranê da zanîn û got: "Sala pêş bi lehiyê dest pê bû û bi Koronayêbi dawî hta û di heyama salê da jî bûyerên cûrbecûr wek erdhej û boykotan pêk hatin, lê ya herî berbiçav cinayeta têrorîstî ya Amerîkayê û şehîdbûna serdar binav ê Îran û Îslamê, şehîd Silêmanî bû."
Wî ezmûnên sala 1398 wek ezmûnên dijwar dan zanîn û tevî pêgiriya li ser vêya ku hîç miletek bi rihetîxwazîya tam nagihêje tu cihekî, got: "Serketina li hemberî dijwariyan û derbasbûna ji wan dibe sebeba bihêzbûna miletekî û bidestxistina iqtidar û abûrê; Hema wisa ku gelê Îranê heta niha bi vî awayî pirsgirêk çareser kirine û ji niha û pêve jî dê bike."
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha got: "Boykotên dijî Îranê tevî derbeyên wê, gellek sûd jî hebûne û em neçar kirine ku di fikra dabînkirina kelûpelên jiyanê û hewcetiyên welêt bi riya derfetên navxweyî bin ku ev hereketa pirr xenîmet, bi hezkirina Xwedê dê were domandin."
Hezretê Ayetullah Xamineyî got: "Sala pêş saleke dijwar bû û kêşe û giriftên xelkê jî kêm nebûn; Lê di kêleka dijwariyan da hin serfirazî jî hebûn ku hinek ji wan bêmînak bûn û gelê Îran bi rastî serketî bû."
Wî tevî bidawêîanîna axaftina xwe derbarê hewcetiya têkûz a welêt bi berhemabnînê, slaa 1399 wek Sala Hilbezîna Berhemanînê bi nav kir û xitabî berpirsan destnîşan kir: "Bi cûreyekê tevbigerin ku bi Hilbezîna Berhemanînê, guhertineke hestkirî di jiyana gel da pêk were."
............
340