ABNA: Mihemed Bexîtî Endamê Polîtburoya Ensarullaha Yemenê di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de got: Pştî têrora serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Serokê Heşdi Şeibîyê ji hêla hêzên amerîkî ve, leşkerên amerîkî li Iraqê ketine ber gefê.
Wî bi gotina vê yekê ku li Sûrîye û Yemenê jî Hêzên Berxwedanê gellek pêşda çûne, dîyar kir ku herçend Bereya Berxwedanê 2 rêvebirên berbiçav û girîng ên xwe ji dest dan lê, Amerîkayê armancên xwe têkildarî wê têrorê bi dest nexistin.
Bexîtî herwiha got: Mêhwera Berxwedanê ligorî armanca umeta islamî rabûye û derbên ku lê dikevin çi bi têrorkirina rêvebirên wê be çi bi ragihandina şêrr dijî wê, dibin sedema xurttirbûna wê bereyê.
.............
340