AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
sêşem

7 tîrmeh 2020

12:40:07
1053256

Raporterê Mafên Mirovan: "Têrora Serdar Silêmanî binpêkirina Rêziknameya NY bû"

Raporterê taybet ê NY di warê Mafên Mirovan da li rapora xwe ya herî nû piştrast kir ku kiryara têrorîstî ya dewleta Amerîkayê ya şehîdkirina Serdar Şehîd Qasim Silêmanî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

ABNA24: Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Reutersê, Egnis Kalmird, Raporterê taybet ê NY di warê Mafên Mirovan da tevî pêgiriya li ser vê yekê ku têrorkiirna serdar Şehîd Qasim Silêmanî û ne kes ji hevriyên wî binpêkirina qanûnên navneteweyî bûye, got ku dewleta Amerîkayê heta niha nekariye belgeyeke qaniker raber bike ku nîşan bide êrîşeke berdewam an nêzik wek gefek li dijî berjewendiyên vî welatî hebûye da ku bi vê riyê êrîşa li ser erebeya hilgira sserdar Şehîd Silêmanî pîne bike.

Raporterê taybet ê NY di warê Mafên Mirovan da di rapora xwe da nivîsîiye ku ev kiryar binpêkirina rêziknmeya NY ye û daxwaza bersivdanê derheqê têrorên bi firokeyên bêfirokevan û sepandina rêzikên kamiltir di bikaranîna van cûre çekan da kir.

Wî her wiha ji Reutersê ra got: Cîhan ji hêla bikaranîna firokeyên bêfirokevan va di rewşeke girîng da ye ku em di bereberê dîtina wê ne. Konseya Ewlehiyê ti karekî nake. Civaka cîhanî jî xwestî an nexwestî bêdeng e.

342/