AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
în

9 kewçêr 2020

15:33:34
1076810

Rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji çend deqîqeyan beriya niha va li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) destpê bû.

ABNA24:  Îro Pêncşemî 20ê meha Sefera sala 1442an a Koça Heyvî hevdem digel 8ê Cotmeha 2020î, Çilema şehadeta hezretê Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyan û hogirên wî yên sozdar li çola Kerbelayê ye.

Hevdem digel Erbeînê, merasima xwendina ziyareta Erbeînê û şîndariyê bi amadebûna Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) destpê bû.

Ev rêûrism ku li gorî destûrkarên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê bêyî hebûna cemaetê tê lidarxistin û bi awayekî zindî ji kanalên televîziyona Îranê û ajansa nûçeyan a IRAN PRESSê  û adresa KHAMENEI.IR û hesêbên vê navendê di torên civakî da tê weşandin.

342/