AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
în

9 kewçêr 2020

15:34:17
1076811

Sersaxî jibo hatina Erbeîna Îmam Husên (S)

Îro Pêncşemî 20ê meha Sefera sala 1442an a Koça Heyvî hevdem digel 8ê Cotmeha 2020î, Çilema şehadeta hezretê Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyan û hogirên wî yên sozdar li çola Kerbelayê ye.

ABNA24:  Hejmareke zêde ya misilmanan  û şopînerên dînên din ên Xwedê salên bihurî ji çend rojan beriya Erbeîna (Çilem) a hezretê Îmam Husên (S) bi peyaçûna ji bajarê Necefê û bajarên din ên Iraqê xwe digihandin mezargeha paqij a wî li Kerbelaya Muela.

Li gorî amara fermî ya çavkaniyên iraqî, zêde ji 18 miliyon ziyaretkir sala bihurî beşdarî meşa Erbeîna Îmam Husên (S) ku komcivîna mezhebî ya herî mezin a salê li cîhanê ye, bûn.

Li gorî raporan, gelê zzêdetirî 80 welatên cîhanê beşdarî vê merasima ibadî dibûn ku yek ji komên herî mezin ên ziyaretkirên derveyî yên vê merasimê îranî bûn.

Lê îsal ziyaretkirên derveyî yên Erbeîna Îmam Husên bi armanca pêşîlêgirtin li belavbûna Vîrûsa Koronayê neçûn Iraqê û meşa hemasî ya Erbeînê tenê bi beşdariya ziyaretkirên iraqî hat lidarxistin.

Gelê Îranê ku nekarî beşdarî vê meşê bibe, îro Pêncşemiyê hevdem digel Erbeîna şehadeta Îmam Husên (S) û hogirên wî yên sozdar, li sseranserî Îranê li malên xwe tevî xwendina ziyareta Erbeînê, hevdengê ziyaretkirên iraqî li Kerbelayê, şîndariyê dike.

Her wiha biryar e ku ji saet 10ê beyanî ya îro li gorî dema Têhranê merasima xwendina ziyareta Erbeînê û şîndariyê bi amadebûna Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin.

Ev rêûrism ku li gorî destûrkarên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê bêyî hebûna cemaetê tê lidarxistin, dê bi awayekî zindî ji kanalên televîziyona Îranê û ajansa nûçeyan a IRAN PRESSê were weşandin.

Saziya radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya Erbeîna Îmam Husên (S), sersaxiyê dide hemî misilmanan bi taybet şîeyan û azadîxwazên din ên cîhanê.

342/