AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
şemî

28 sermawez 2020

8:17:16
1089993

Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da şehîd bû

Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da li derdora Têhranê şehîd bû.

ABNA24: Li gorî rapora beşa Pêwendiyên giştî ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê, têrorîstên çekdar îro îniyê berêvarî erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê dan ber êrîşê.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Îranê, di pevçûna navbera tîma parêzvanên Muhsin Fexrîzade digel têrorîstan da, zanyarê îranî bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gorî vê raporê, mixabin hewildana tîma pizişkiyê jibo vejiyandina vî zanyarê îranî bi ser neket û Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê piştî bi salan hewildan û têkoşînê, pileya bilind a şehadetê bi dest xist.

342/