AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

26 berfanbar 2020

14:31:41
1099775

Malikî: "Qasim Sulêmanî" pilanên guhertina pênase û nasnama herêmê pûç kirin

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî got ku şehîd Qasim Sulêmanî karîbû bi têkoşîn, berxwedan û cîhadê gelek planên dijminan yên guhertina pênase û nasnama herêmê pûç bike.

ABNA24: Di berebera salvegera şehadeta General Qasim Sulêmanî, fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî got ku şehîd Sulêmani arîkariya netew û tevgerên din kir ku bi yekbûn û hevgirtin li hember pîlan û komployên dijminan bisekinin. .

Malikî destnîşan kir ku terorkirina şehîd Sulêmanî cinayetek qirêj bû ji hêla welatekî ku hertim dewa azadî û demokrasiyê dike û got: Divê hukûmeta Iraqî vê dozê bi cidî bişopîne.

General Qasim Sulêmani, fermandarê Hêza Qudsê ya Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku roja Înê (3 Çile) li ser vexwendina fermî ya karbidestên Iraqî gihîşt Iraqê, di êrîşek asmanî ya hêzên dagirker û terorîst ên Amerîkî de li nêzê balafirgeha Bexdayê şehîd bû.

342/