AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

26 berfanbar 2020

14:37:05
1099777

General Heyderî: Serdarê şehîd Sulêmanî alahilgirê têkbirina DAIŞ bû

Fermandarê hêza bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: General şehîd Qasim Sulêmanî di jinavbirina DAIŞê de roleke bingehîn lîst û bû alahilgirê hilweşandina DAIŞê li navçê û heta li cîhanê jî.

ABNA24: General Kiyomers Heydari, Fermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, derheqê hêmanên kesayetiya General Qasim Sulêmani, Fermandarê Hêza Quds a Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Sardar Sulêmani di dîroka têkoşîna li dijî kufê de kesayetek bê mînak bû ku hem di dema jiyana xwe de û hem jî bi şehadeta xwe dijmin birin ber mirin û tunekirinê.

Fermandarê hêza bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Her çend kesên din jî bûn ku li dijî DAIŞê şer kirin, lê Sardar Sulêmanî roleke bingehîn lîst û bi tenê hilgirê ala hilweşandina DAIŞê li dever û cîhanê bû.

General Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Quds a Supayê  Pasdarên Înqilaba Îslamî û Abu Meahdî el-Muhendis, cîgirê serokê Hêza Seferberiya Gel ya Iraqê (Heşda Şebî), digel heşt kesên din, di 3 Çile, 2020 de, di êrîşek asmanî ya hêzên terorîst ên Amerîka li nêzê balafirgeha Bexdayê şehîd bûn.

342/