AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

30 berfanbar 2020

19:36:47
1101331

Keça Şehîd Sulêmanî: Mîrata Hecî Qasim nahêle dagirkeriya Îsraîlê bidome

Keça şehîd Serdar Hec "Qasim Sulêmanî" got: "Divê gel û berxwedana Filistînê bizanin ku mîrata Hec Qasim nahêle dagirkeriya Îsraîlê bidome."

ABNA24 : "Zeyneb Sulêmanî" şeva Sêşemê di hevpeyvînekê de digel tora Al-Mayadin ya Libnanî re got: "Bavê min serfermandar û berpirsê hêzek bû ku navê Doza Filistîn li xwe dike. Doza Filistîn û gelê wê jibo Şehîd Soleimanî pir girîng bûn û îro em dibînin ku Hêza berxwedana Filistînê çawa Îsraîlî tirsandine.

Keça şehîd Hecî "Qasim Sulêmani" wiha got: "Bavê min li Iraq, Sûriye, Fîlîstîn, Lubnan û heta Îranê berxwedan ava kir û bi piştgiriya xwe ew xurt û mezin kir."

Zeyneb Sulêmanî got: Hac Qasim fermandarekî meydanî yê leşkerî û bihêz bû ku xelkê jê hez dikir û pir bibandor û jîr û huşmend bû, bavê min xwedanê dilek pir dilovan bû û ez difikirim serkevtinên wî jî ji ber vî dilê dilpak û dilovan bû.

Zeyneb Sulêmanî têkiliya bavê xwe û Seyîd Hesen Nasrallah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, wekî evînek biratî wesif kir û got: Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ji Hac Qasim re reh û wek tdamar ustiyê wî bû û wî xwe serbazê rastîn ê gelê Îranê û rêber didît.

Wê herwiha got ku fermandarê şehîd Hac Qasim Sulêmanî li meydana şer hem fermandar û hem jî serbaz bû û her dem li şehadetê digeriya û got: Yek ji sedemên ku Hec Qasim bi hêz kete Sûriyê ev bû ku wî bawer dikir ku di navbera Sûriye, Îran û Libnanê de pir nêzikî heye û sînor di xeterê de ne.

342/