AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

2 rêbendan 2021

11:06:05
1102285

Balyozê Iraqê li Tehranê: Em ê Bi Îranê re li dijî Amerîkayê ji ber terorkirina ferbandarên berxwedanê dozê vekin

Balyozê Iraqê li Tehranê ragihand ku Iraq û Îran bi hevra lê digerin ji ber terorkirina serfermandarên berxwedanê dozê li dijîAmerîkayê ve bikin.

ABNA24 : Nesîr Ebdul-Muhsin Ebdullah" roja Pêncşemê got: Bexda bi sedema terorkirina General Hac Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Quds ya Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî, û Ebu Mehdî El-Muhendis, cîgirê Rêxistina Hêzên  Seferberiya Gelanî (Heşda Şebî) dixwaze bi hikûmeta Tehranê re beşdarî şikayeta li dijî Amerîkayê bibe.

Li gorî gotina balyozê Iraqê li Tehran, Iraq û Îran dê bi hev re doz vekin da ku cinayeta Amerakayê di warê terorkirina fermandarên berxwedanê lwere hilkolandin.

"Nesîr Ebdul-Muhsin Ebdullah" herwiha bi bîr xist: Komîsyona Dostaniya bi Îranê re li Parlemana Iraqê biryara nûnerên Iraqê ya derbarê derxistina leşkerên Amerîkî ji Iraqê dişopîne.

Di 5 Çileya 2020 de, du roj piştî êrişa terorîstî ya  Amerîkayê ya şehîdkirina General serdar Sulêmanî û Ebu Mehdî el-Muhendis, parlemana Iraqê dengê erê da derketina leşkerên Amerîkî ji Iraqê û xwest ku hikûmeta Iraqê wê cih bîne.

Serdar Orgeneral Hac Qasim Sulêmanî ku ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê çûbû vî welatî bi Ebu Mehdî el-Muhendis û hejmarek hevalên wan ve di êrişa hewayî ya terorîstên Amerîkî de li roja 3 Çileya 2020 li nêzê balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê, şehîd bûn.

342/