AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

2 rêbendan 2021

11:07:23
1102287

Yekemîn salvegera şehadeta serdar sertîp "Qasim Sulêmanî" û "Ebu Mehdî El-Muhendis" û yên pê re bi amadebûna Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Înqilaba Îslamî û komek rayedarên dewlet û leşkerî li Zanîngeha Tehranê dest pê kir.

ABNA24 : Serdar sertîp Hac Qasim Sulêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Înqilaba Îslamî ku ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê çûbû wî welatî bi Ebu Mehdî el-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî  û  8 rêhevalên wan ve di êrişa hewayî ya terorîstên Amerîkî de li roja 3 Çileya 2020 li nêzê balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê, şehîd bûn.

Ji ber hewcehiya şopandina talîmatên tenduristiyê, yekemîn salvegera şehadeta Serdar şehîd Sulêmanî dê bê kombûnek giştî ya gel were li dar xistin û tenê komek ji rayedarên îranî û biyanî û hejmarek malbatên şehîdan tê de beşdar in.

Serdar sertîp Îsmaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê yê Supahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, îro înê di vê merasîmê de got ku şehîd Sulêmanî zilamê meydana berxwedanê bû, lê wî berxwedan ji hundurê xwe ve destpê kir. Swedar Qaanî herwiha got: "Serdar Sulêmanî hem lehengê neteweya Îranê ye û hem lehengê umeta îslamî ye hem jî lehengê şikandina hêza Îstikbarê ye.

Fermandarê Hêza Qudsê yê Supaya Pasdaran a Înqilaba Îslamî diyar kir: Derbarê Şehîd Sulêmanî di warê fermanetî û warê qada leşkerî de pirr axivtin bûye, lê yek ji taybetmendiyên wî şehîdî yê berbiçav mantiqa wî ya xurt bû; Li hemî qadên ku ew şehîdê hêja kete hundur, ew bi mantiqê ket hundur û gava aliyê din ji mantiqê fam nekir, wî bi wan re bi zimanek din peyivî.

342/