AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

3 rêbendan 2021

12:48:14
1102712

Lidarxistina salvegera şehadeta Serdar "Sulêmani" û "El-Muhendis" li cihê şehîdbûna wan

Di yekemîn salvegera şehadeta Serdar Qasim Sulêimanî û Ebu Mehdî el-Muhendis de, hejmarek mezin ji xelkê Iraqê li kolana Balafirgeha Bexdadê ku ew tê de şehîd bûn, merasîmek girseyî li dar xistin.

ABNA24 : Li gorî nûçeya Saberin; Welatiyên iraqî şeva şemiya bihurî daketin kolanên Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê da ku bi bîr bînin ku sala par tirimbêlek ku Serdar Qasim Sulêmanî û Ebu Mehdî el-Muhendis û hevalên wan tê de bûn ji hêla Amerîhayê ve kete ber êrişê û ew şehîd kirin, beşdaran bi vêxistina mûman û xwendina duayan fermandarên serketin û berxwedanê pîroz kirin.

Di vê merasîmê de, çend fermandarên Heşda Şebî ji beşsarên merasimê re dest bi axaftinê kirin û tekezî li ser domandina riya fermandarên berxwedanê û standina tola xwîna wan şehîdan kirin û xwestin bila dagirkerên Amerîkî ji Iraqê werin derxistin.

 Di heman demê de, merasîmek din li rex tirba şehîd Ebu Mehdî el-Muhendis li Necefa Eşref hate lidarxistin.

Serdar sepehbud Hac Qasim Sulêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ku ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê çûbû wî welatî bi Ebu Mehdî el-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî ya vî welatî û  8 rêhevalên wan ve di êrişa hewayî ya terorîstên Amerîkî de li roja 3 Çileya 2020 li nêzê balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê, şehîd bûn.

342/