AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

3 rêbendan 2021

12:50:14
1102715

Merasma girsey ya salvegera şehîdbûna serdar Silêmanî û El-Muhendis li Bexdayê destpê kir

Di yekemîn salvegera terorkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis, bi hezaran welatî li bajarê Bexdayê kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

ABNA24 : Beriya salek weke îro, Fermandarê Hêza Quds a Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar sipehbud Qasim Silêmanî û cîgirê Desteya Heşdî Şeebî Ebu Mehdî Muhendis, di êrişek hewayî ya hêzên terorîst ên Emerîkayê de şehîd bûn.

Bi minasibeta salvegera şehîdbûna serdar Silêmanî û El-Muhendis,bi hezaran kes li meydana Tehrîr ya Bexdayê bi kom bûne û terorkirina serdar Silêmanî û El-Muhendis  şermezar kirin. Beşdaran bi qirîna slogana «Serwerî-Şehadet» li ser berdewamkirina riya şehîdên Berxwedanê tekez kirin û xwestin bila hêzên dagirker ên amerîkî ji Iraqê werin derxistin.

Hêzên ewlekariyê jî derdora xwepêşandêran belav bûne.

Karberên tûrên civakî jî slogana Şehdet û Serwerî li torên civakî weşandin û gelê emekdarê ê Iraqê jî meydanên bajarên xwe bi taybet meydana el-Tehrîr a Bexdayê bi wêneyên şehîd Silêmanî û şehîd El-Muhendis û silogana hanê xemlandin.

Hevdemê demê vê merasimê, rê û resmeke din a bîranîna şehîdên berxwedanê li bajarê Necefa Eşref bi beşdariya girseya gelê Iraqê, seyd Mucteba Husênî nûnerê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Iraqê  û Îrec Mesvidî sefîrê Îranê li Bexdayê li dar ket û bêjeran ser mêrxasî û egîdiya van şehîdan li hemberî dijminan li navçê bi taybet li Iraqê tekez kirin.

Eva nêzîkî hefteyeke ku li bajarên Iraqê merasimên curbicur ji bo salvegara şehîdbûna sedar Silêmanî û el-Muhendis li dar têxin.

342/