ABNA24 : Serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeha roja Îniyê di rêûrisma nimandina vê baregeghê da got: Mentiqa me di berevaniya ji yekparçetî û serxwebûna welêt û destkeftên înqilaba Îslamî, Bihêzbûn e.
Fermandarê giştîyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijminên me hêza mentiqa me napejirînin, belkî pala xwe dane ser mentiqa hêzê, loma jibo pêşîlêgirtin ji sepandina vîna wan a serdestîxwziyê, tu riyek jibo xurtkirina hêza pêşgir a berevanî û êrîşker jibo me tune.
Serleşker Selamî got: Ev navend yek ji çend binkeyên ragira mûşekên stratejîk ên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye ku têda stûnek ji mûşek û pergalên mûşekavêtinê bi cih bûne.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Ev mûşek bi dûrgihêjiya bi sedan kîlomitrî bi taybetiya nuqtejeniyê û deqîq û hêza wêrankirina gelek zêde, dikarin ji amûrên şerê elektronîk ên dijmin derbas bibin.
Serleşker Selamî her wiah got: Heke vînek di zorbêj û dijminên me da hebe,, xortên wêrek ên Îranê, dê vîna wan derdem bifetisînin.
342/