AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahar tv
duşem

15 reşemî 2021

13:04:10
1115715

Sibê Tetbîqata Hevpar a Deryayî ya Îran û Rûsya 2021 despê dibe

Tetbîqata Kembera Ewlekariya Deryayî ya Îran û Rûsya 2021 dê ji sibê (Sêşem) ve li Bakurê Oqyanûsa Hindî dest pê bike.

ABNA24 : Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, ev tetbîqat dê bi amadebûna yekîneyên rûavî û firînê yên Hêza Deryayî yên Îran û Rûsyayê were li dar xistin.

Di tetbîqatê de ji bilî yekîneyên rûavî û firînê yên Artêş û Sipahê Pasdaran yên Îranê, dê yekîneyên rûavî yên Rûsyayê ya  pêkhatî ji paporşikêna S2K , keştiya lojîstîkê ya Kola û helîkopterek pêk tê.

Armanca lidarxistina Tetbîqata Kembera Ewlekariya Deryayî ya Îran û Rûsya 2021 xurtkirina ewlehiya herêmê û berfirehkirina hevkariya dualî di navbera Rûsya û Îranê de ye.

Armancên din ên tetbîqatê xurtkirina ewlehiya bazirganiya deryayî ya navneteweyî û tekoşîna li dijî rêhgir û dizên deryayî û pevguhertina agahdariyê di warê rizgarkirina deryayî û pevguhertina ezmûnên operasyonê û taktîkî de ne.

Di heman demê de di vê tetbîqatê de, meşq û rahênanên taktîkî yên pircur ên wekî rizgarkirina keştiyên agirpêketî, azadkirina keştiya ketî ber êrîşê, gulleberdana li dijî armancên taybetî û meşqên taktîkî û operasyonê yên pêşbînîkirî ye.

342/