AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

25 reşemî 2021

9:30:58
1118671

Pîrozbahiya salvegera weladeta bi xêr û bereket a Îmam Elî(S)

Îro pêncşemê 13 Receba 1442 Koçî Heyvî, 25 Sibata2021 salvegera mîlada bi xêr û bereket a Hezretê Îmam Elî(S) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye.

ABNA24 : Îro pêncşemê 13 Receba sala 1442 a KH beranberî 25 Sibata 2021 salroja weladeta bi xêr û bereket a Îmam yekem ê Şîeyên Cîhanê Hz.Elî (S) e.

Hezretê Îmam Elî (S) li 13 Recebê û li mala bimbareke Xwedê teala (Kebeyê) hate dunê û hema ji zaroktiya xwe li ber destê Hezretê Muhemed (S) perwerde bû.

Hezretê Elî (S) ewil kes bû ku bawerî bi dînê pîroze Îslamê anî û li riya teblîxa dînê Îslamê hertim li kêleka pêxemberê Îslamê Hz. Muhemed (S) bû û hertim alîkarê wî hezretî bû.

Li rojhejmêra Komara islamî ya Îranê salroja weladeta Îmam Elî (S) roja bavan hatiye binavkirin û gelê Îranê vê rojê li bavan pîroz dikin.

Televîzyona Sahar a Kurdî jî salroja weladeta Îmam Elî (S) pîrozbahiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.

342/