AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
în

4 adar 2022

17:27:02
1235704

HDP di salvegera rakirina parêzbendiya parlemanterên DEP û ya Semra Guzelê da daxuyanîyek da

Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) di salvegera rakirina parêzbendiya parlemanterên Partîya Dêmokirasîyê(DEP) û hevgaviya wê digel rakirina parêzbendiya Semra Guzel parlemantera HDPê ya Amedê, kompoloyên hikûmetên demê dijî partîyên kurdan şermezar kirin.

ABNA24 : HDP di salvegera rakirina parêzbendîya parlemanterên Partîya Dêmokirasîyê (DEP) di 2yê Adara sala 1994ê da, di daxuyanîyekê da hevgavîya vê yekê û rakirina parêzbendiya Semra Guzel parlemantera HDP watedar zanî û tevî şermezarkirina kompoloyên hikûmetên demê yên Tirkîyê dijî partîyên kurdên vî welatî, ragihand ku dê têkoşîna xwe bidomîne.

Di dewama daxûyanîya HDP da hatîye ku demajoya rakirina parêzbendîya parlemanterên kurd li Tirkîyê sedema şermizarîya hikûmeta Tirkîyê ye, çimku parlemanterên parêzbendîya wan hatîye rakirinê, rêçareyên serratir ji rêyên heyî jibo çareserkirina mesela kurdan raber kiribûn, wan aştî himberî şêrr, jîyan himberî mirinê û rastî himberî inkarkirina mesela kurdan parastibûn.

Di dawîya daxûyanîya HDP da hatîye: Danîna qeyûmên AKP dewsa şaredarên bijartî, derbeya di 4ê Mijdarê da,  desteserkirina Leyla Guven û Mûsa Farisogullarî û rakirina parêzbendiya Semra Guzelê tu yek ji wan di roja îro de êdî nikarin derbekaran rizgar bikin.

342/