ABNA24 : Soran Omer, ji endamên Fraksiyona Cemaeta Edaletê li Parlimana Iraqê bi weşantina postekê li nav torên civakî ragihand: Hegera van girêbestan hebûna pişk û parên berpirsên payebilind ên desthilata Herêma Kurdistanê li bîrên navbirî ye. Di encamê da ev kes bîran ji bo bidestxistina piştevaniya hin welatan radest dikin.
Soran Omer her wiha got: Hin welat jî wek navcî ji girêbestên navbirî sûd werdigirin. Her wiha hin kompaniyên mezin ên xwecihî di warê veguhestin, parastin û xizmetan hene ku ji van girêbestan derhatên zehf bi dest dixin û wan di navbera berpirs û kesayetiyên bibandor parve dikin.
Biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê neqanûnîbûna çalakiyên petrolê yên Herêma Kurdistanê gengeşeyeke mezin di vî warî da pêk aniye.
342/