AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
sêşem

22 adar 2022

6:59:42
1241396

Herêma Kurdistanê: Çiyayê Akrêya navçeya Duhokê bi agirê Newrozê ronî bû

Li Akrêya navçeya Duhokê bi boneya Cejna Newrozê îsal jî bi pêxistina meşaleyan gel bi çiyê ve hilkişiya.

ABNA24 : Li Akrêya navçeya Duhokê ya girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cejna Newrozê hat pîrozkirin. 

Bi boneya Cejna Newrozê û hatina sala nû îsal jî bi pêxistina meşaleyan bi hezaran beşdar bi çiyayên Akrê ve hilkişiyan û Newroz pîroz kirin.

Li navçeya Akrê bi dirêjiya salan êvara 20ê Adarê hezaran kes meşaleyan pêdixin û bi çiyê ve hildikişin.

Agirdadan li ser her sê çiyayên Kelê, Kelekevnê û Tîşê yên li Akrê yek ji wê kevneşopiyê ye.

Kevneşopiya ku ev 2 sal ji ber rewşa Kovîd-19ê hatibû sînordarkirin îsal bi coş û xiroşeke mezin dîsan hat geşkirin.

Akrê navçeyeke girêdayî parêzgeha Duhokê ye. Bi qasî 100 kîlometroyan dikeve rojhilatê Duhokê û herwiha bi qasî 85 kîlometroyan dikeve bakurê Hewlêrê.

Akrê di nava sê çiyayên bi navên Kelê, Kelekevnê û Tîşê de ye û xaniyên navçeyê bi şêwaza terasan yek bi ser yekê re hatine avakirin.

342/