AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
çarşem

23 adar 2022

7:55:13
1241700

Li Amedê - Di şahiya Newrozê de zêdeyî 100 zarokan hatine desteserkirin

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ragihand ku li parêzgeha Amedê ya Tirkiyê zêdeyî 100 zarokên ku dixwestin cejna Newrozê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

ABNA24 : Rûdawê nivîsiye: Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û amaje bi wê yekê da ku 21ê Adara 2022an di şahiya Newrozê ya Amedê de zarok bi awayekî bêhiqûqî hatine desteserkirin û divê yekser bên berdan.

Baroya Amedê di peyama xwe de dibêje: “Zêdeyî 100 zarokên ku dixwestin cejna Newrozê pîroz bikin bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. Di çarçoveya mafê kombûna aştiyane de ligel tohmetên pîrozkirina cejna Newrozê, bi awayekî ku qedexeya danûstandina xirab a ligel zarokan hatiye binpêkirin, bi awayekî bêhiqûqî di mercên xirab de tên girtin. Divê demildest ev yek bê bidawîkirin û ev zarok bên berdan.”

Li parêzgeha Amedê 21ê Adarê di pîrozbahiya cejna Newrozê de polîsan rê ne da ku welatî bi cil û bergên Kurdî beşdar bibin û car car êrîşî wan kirin. Li gor agahiyan di şahiya Newrozê de 150 jê zarok herî kêm 298 kes hatine desteserkirin û heta niha li Rêveberiya Emnî ya Amedê tên girtin.

Roja Duşemê, 21ê Adara 2022an li Tirkiyê fînala ahengên Cejna Newrozê li bajarê Amedê hat lidarxistin û bi sed hezaran kes di ahengê de beşdar bûn.

342/