AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
çarşem

30 adar 2022

10:57:54
1242975

Endamê payebilind ê YNK'yê: Jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel PDK'yê mutemel e

Endamekî payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) qala îhtimala jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) derbarê mijara berendamê serokkomartiya Iraqê kir.

ABNA24 : Xiyas Sûrçî, endamê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di hevpeyîvîna di gel Melûmeyê da got: Li pey lidarneketina civîna vê dawiyê ya parlimana Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê vî welatî ji ber negihîştina asta beşdariyê bo rêjeya qanûnî, gişt partî û tevgerên siyasî bi taybet du partiyên mezin ên kurdistanî divê ji bo çareserkirina vê qeyrana siyasî û hevtêgihîştinê bi hev ra muzakire bikin.

Sûrçî tevî amajeya bi vê yekê ku partiya wî daxwaza jinûve-destpêkirina gotûbêjan di gel Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) dike, got: Ji ber hebûna Bafil Talebanî serokê Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û Fazi Mîranî nûnerê PDK'yê li Bexdayê, baştir e ku gotûbêj li Bexdayê bên domandin.

Wî her wiha got: Hebûna serokê Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û nûnerê PDK'yê li Bexdayê derfetek ji bo vekirina deriyên gotûbêjê navbera du partiyan e, ji ber ku pêkanîna van gotûbêjan ji aliyê Fazil Mîranî li dewsa Hişyar Zêbarî va pêk tê; Mîranî kesayetiyekî navînrê ye û hertim li dû hevtêgihîştina du partiyan e û ji bo çareserkirina nakokiyên navbera partiyên kurdistanî hewil dide.

342/