AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
pêncşem

31 adar 2022

13:04:08
1243295

​​​​​​​Balafirên artêşa Tirkiyê devera Metînayê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê rêzeçiyayên Metînayê yên li navçeya Dêrelok û Şêladizê yên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

ABNA24 : Êrişên Artêşa dagirker a Tirkiyê ên ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, saet di 13:20’an de balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, 3 caran rêzeçiyayên Metînayê yên Dêrelok û Şêladiz yên Dihokê li bakurê Iraqê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirkiyê, deverên nêzîkî mal û avahiyên xelkê sivîl ên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Heya niha der barê ziyanên canî û malî de ti agahiyek nehatiye weşandin.

Duh jî Artêşa dagirker a Tirkiyê çiyayê Kurêjaro bi giranî bombebaran kiribû.

Hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê bi caran desdirêjî û êrişên artêşa Tirkiyê ser Iraqê şermezar kirine.

Serokomariya Iraqê vê dawiyê êrişên Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi dû hev ên artêşa Tirkiyê li ser axa Iraqê binpêkirina giran a serweriya Bexdayê û binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî ye û eva berovajî peywendiyên cînartiyê ye.

342/