AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

6 avrêl 2022

6:33:33
1245286

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes bûne qurbaniyên teqîna mînan

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan li Herêma Kurdistanê ragehand, heta niha zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî.

ABNA24 : Duhî, 4 Nîsanê roja cîhanî ya hişyarkirin li mînan bû. Bi vê helkeftê, dezgeha giştî ya karûbarên mînan ya Herêma Kurdistanê amara qurbaniyên teqîna mînan li Kurdistanê belav kir.

Li gorî wê amarê, heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî. Beşek ji wan canê xwe ji dest dane û beşek jî birîndar bûne.

Dezgeha giştî ya karûbarên mînan bang li xelkê Herêma Kurdistanê jî kiriye, her gava mînek yan jî teqemeniyek dîtin, destê xwe nedinê û destkarî nekin û bi hejmara 182 karmendên dezgehê agahdar bikin.

Li gorî agahiyên dezgeha mînan, li Herêma Kurdistanê heta niha jî rûberek mezin ji erdê Kurdistanê mînkirî ye û nehatine paqijkirin.

342/