AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
în

8 avrêl 2022

10:30:28
1245898

Çend mûşek li qezayeke Hewlêrê ketin xwarê

3 mûşek li sînorê qeza Xebat a Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê ji wan li navçeyên Kewirgosk û Rizgarî yên ser bi vî bajarî ketin.

ABNA24 : Rêveberê nahiyeya Kewirgosk a ser bi qeza Xebat a Hewlêrê ve ji Rûdawê re ragihand, dengê çend teqînan bihîstine.

Rêveberê nahiyeya Kewirgosk Ehmed Nebî ji Rûdawê re tekez kir ku wan heta niha piştrast nekirine ka mûşek bûn an bombe.

Li gor zanyariyên Dije Terora Herêma Kurdistanê belav kirine, 3 mûşek li nêzikî rafîneriya petrolê ya li Kewirgoskê ketine xwarê.

Di daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê de hatiye, ew her sê mûşek ji derdora Dûryana Hemdaniye ya li mîhwerê Xazre avêtine Hewlêrê.

Li gor zanyariyan, ew mûşek li nêzikî komelgeha Kewirgosk û Zêy Gewre li nêzikî rafîneriya petrolê ketine xwarê û ti ziyaneke canî û maddî nebûye.

342/